Di roja 5’an a Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de, hunermendên ji herêmên ku şer lê heye, piştrast kirin ku şano ne tenê formeke îfadekirinê ye, di heman demê de qada bîr û berxwedanê ye.
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, di roja 5’an de bi panel û lîstikên şanoyê berdewam kir. Di panela bi sernavê “Di Şertên Şer de Şano” de, ku bi moderatoriya Prof. Dr. Dilshad Mustafa Razawa ya ji Silêmaniyê hat lidarxistin; Olga Dorofeeva ya ji Ukraynayê, Shadan Abu Elasal ya ji Filistînê, Derin Hamid Abdalla ya ji Helebçeyê û Prof. Dr. Muntaha Tariq a ji Zanîngeha Mustansiriyah, serpêhatiyên xwe yên hilberîna hunerê di navenda şer de parve kirin.
Di şertên şer de şano
Hunermenda filistînî Shadan Abu Elasal, da zanîn ku trawmayên ji sala 1948’an ve dewam dikin nifş bi nifş derbasî nifşên nû dibin û bal kişand ser wê yekê ku ev bîr ne tenê dîrokî ye, di heman demê de rastiyeke bedenî ye. Elasal got: “Bedena me şahidê zindî yê vê bîrê ye. Huner ji bo me ne tenê qada estetîkê ye, di heman demê de formeke parastinê ye. Huner bi me dide bibîxistin ku em mirov in.” Elasal diyar kir ku ew vê nêzîkatiyê bi rêya "Shaden Dance Company" tînin ser dikê.
Şanozana Ûkraynayî Olga Dorofeeva jî behsa wê kir ku Şanoya Dîk-şano ya Kharkivê, tevî şertên şer jî hilberîna xwe didomîne. Dorofeeva da zanîn ku ji bo têkiliya xwe bi temaşevanan re qut nekin, wan di stasyonên metroyê de lîstikên xwe pêşkêş kirine û hewl dane ku bi rêya hunerê bandorên şer ên li ser civakê nîşan bidin.
Şahidiyek ji Sûdanê
Di panela duyem a rojê de, sernavê “Sûdan – Şano li Herêma Şewitî” hat nîqaşkirin. Prof. Dr. Justin John ku bi rêya online beşdarî panela bi moderatoriya dramaturg Dr. Thomas Engel bû, diyar kir ku bi destpêkirina şerê li Sûdanê re, mirov ji cih û warên xwe bûne û jiyan hema bêje rawestiyaye.
John, bi bîr xist ku şano li Sûdana Başûr di salên 1980’yî de di van şertan de şîn bûye û got: “Şano qadeke dînamîk e ku mirov bi bibîranîn û serpêhatiyên xwe yên jiyanê ava dikin. Temaşevan li ser dikê paşeroja xwe dibîne. Ev pêvajo, bîra kolektîf ava dike.” Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Lîstika ‘Mirovê li Derveyî Derî’ hat pêşkêşkirin
Di çarçoveya festîvalê de, Şanoya Muzîk û Dramayê ya Akademîk a Herêma Vinnytsia ya ji Ûkraynayê, lîstika bi navê “The Man Outside (Mirovê li Derveyî Derî)” pêşkêş kir. Lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşkêşkirin, rastî eleqeyeke mezin hat.
Berhema ku şopên jiyana nivîskarê alman Wolfgang Borchert hildigire û behsa bandorên wêranker ên Şerê Cîhanê yê Duyem dike, bi zimanê dika modern û sade ya derhêner Oleksandr Kovshun ji nû ve hat şîrovekirin. Performansê bal kişand ser wê yekê ku şer yek ji mezintirîn trajediyên dîroka mirovahiyê ye û her wiha li ser nasnameya takekesî ya piştî şer û lêgerîna li “lehengekî” nû rawestiya.
Werger: Omer Dilsoz