Jin bi kursên lênêrîna çerm û porbirînê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatine vekirin, pîşeyekê hîn dibin û bi armanca tevlêbûna kar, di riya xurtbûnê de gavên girîng davêjin; ew ji bo bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî û vekirina kargehên xwe perwerdeyê dibînin.
Di çarçoveya Kursên Huner û Perwerdehiya Pîşeyî ya Amedê (DÎSMEK) a bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ve, jin bi armanca bidestxistina serxwebûna aborî û vekirina kargehên xwe, di kursên lênêrîna çerm û porbirînê de xwe ji bo pîşeya xwe amade dikin.
Armanc tevlêbûna kar e
Kursên ku ji bo tevkariya di warê kar de û bidestxistina hobiyan ji aliyê Midûriyeta Şaxa Perwerdehiya Pîşeyî ve di branşên cuda de tên vekirin, bi taybetî bala jinan dikişîne. Jinên ku li Navenda Perwerdeyê ya Parka Goletlî perwerde dibin, armanc dikin ku kargehên xwe vekin an jî di sektorê de wekî pispor cih bigirin.
Perwerdeyên ku bi destê mamosteyên pispor tên dayîn, ji ber ku pratîkî û berfireh in, kontenjan bi sînor tên girtin da ku perwerde bibin bi kalîteyeke bilind. Di bernameyê de ku her rojên hefteyê didome; perwerdeya lênêrîna çerm nîvroj, ya porbirînê jî tevahiya rojê tê dayîn. Kursiyer piştî pêvajoya perwerdeya tund a 60 rojan mezûn dibin û sertîfîkayên xwe distînin.
48 jin beşdar dibin
Di çarçoveya bernameya perwerdeyê de, 28 jinên ku di beşa porbirînê de perwerde dibin 4 rojên hefteyê, 20 kursiyerên di branşa lênêrîna çerm de jî her rojên hefteyê perwerdeyên xwe yên teorîk û pratîkî didomînin.
‘Em teknîkan hînî kursiyeran dikin’
Mamosteyê branşa porbirînê Seher Yildiz der barê kursan de agahî da û got ku di kursên porbirînê yên du mehan de, ew teknîkên şekilkirina por, boyaxkirin, fên û qutkirinê hînî xwendekaran dikin û da zanîn ku jin bi gelemperî bi armanca karkirinê serî li vê qursê didin.
‘Em di perwerdeya pratîkî de xizmeta bêpere pêşkêş dikin’
Yildiz destnîşan kir ku ew perwerdeya porbirînê di du qonaxan de didin û got, piştî perwerdeya teorîk, xizmet bi awayekî pratîkî û bêpere tê dayîn.
‘Dixwazim di paşerojê de kargeha xwe vekim’
Kursiyer Buket Çelîk tekez kir ku ew ji bo tevlîbûna jiyana aborî serî lê daye û got: “Em karên wekî qutkirin, fên û boyaxkirinê bi awayekî profesyonel hîn dibin. Min wekî hobî dest pê kir, lê gava min hîn kir, min biryar da ku vê yekê bikim kariyereke profesyonel. Dixwazim di paşerojê de salona xwe ya porbirînê vekim.”
‘Gelek kursiyerên me mezûn bûn û dest bi jiyana kar kirin’
Mamosteyê lênêrîna çerm Serfiraz Bozarslan jî bal kişand ser wê yekê ku kurs ji bo jinan derfeteke girîng e û got, jinên ku tên vir di serî de pîşeyekê hîn dibin, paşê jî armanc dikin ku kargehên xwe vekin. Bozarslan diyar kir ku perwerde nêzî 2-3 mehan dikişîne û heta niha gelek kursiyer mezûn bûne û hinek ji wan dest bi jiyana kar kirine.
‘Armanca min ew e ku kargeha xwe vekim’
Kursiyer Îrem Su Çolak diyar kir ku ew du meh in beşdarî kursê dibe û wiha got: “Em li vir hem pîşeyekê hîn dibin hem jî hevaltiyên nû ava dikin. Em ji hev gelek tiştan hîn dibin. Armanca min ew e ku di fîrmayeke sazûmanî de dest bi kar bikim, dûre kargeha xwe vekim û kariyerê xwe hê bêtir pêş bixim.”
Werger: Omer Dilsoz
