Bernameya 2yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Çand û Hunerê ya Amedê ya ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê lidarxistin, diyar bû. Di hevdîtinê de dê du rojan atolye bên lidarxistin, xebatên hilberînê bên pêşandan û konser bên dayîn.
Bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û bi beşdariya şaredariyên navçeyan, rêxistinên civaka sivîl û kooperatîfan, di 2-3yê Gulanê de 2yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Çand û Hunerê ya Amedê bê lidarxistin. Di çalakiyê de ku dê ked, hilberîn û xebatên çand û hunerê yên jinan li Meydana Deriyê Çiyê (Şêx Seîd) bîne ba hev, dê du rojan atolye û konser bi welatiyan re bên pêşandan.
Atolye û xebatên hilberînê dê bên lidarxistin
Di 2yê Gulanê roja şemiyê saet di 11.00an de, vekirina hevdîtinê bi beşdariya Hevşaredarên Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan dê bê kirin. Pişt re bername, saet di 12.00an de bi Atolyeya Boyaxkirina Camê ya ku ji aliyê KESKê ve bê lidarxistin, dest pê dike. Saet di 14.00an de jî, ji aliyê Serokatiya Daîreya Avhewa û Sifir Bermahî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve "Atolyeya Ji Bermahiyê Ber Bi Hilberînê: Vezivirandina bi Jinan re" dê bê lidarxistin.
Di 3yê Gulanê roja yekşemê saet di 12.00an de, ji aliyê Kursên Perwerdehiya Huner û Pîşeyî ya Amedê (DÎSMEK) ve Atolyeya Seramîka Sar dê bê lidarxistin. Saet di 14.00an de jî, ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve "Atolyeya Çêkirina Kremê bi Riwekên Aromatîk ên Tibbî" dê bê çêkirin.
Konser dê bên lidarxistin
Di çarçoveya çalakiyan de, her du êvaran bernameya konseran jî cih digire.
Di 2yê Gulanê roja şemiyê saet di 19.00an de Kasedjîn û di 3yê Gulanê roja yekşemê saet di 19.00an de hunermend Neslîhan Edîş dê derkevin ser dikê.
Werger: Omer Dilsoz