Print this page

Li Çermûg û Pîranê qadên nû yên îmarê têkilî sîstema binesaziyê bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, xebatên xwe yên ji bo têkilkirina qadên niştecihbûnê yên nû yên li Çermûg û Pîranê li ser sîstema binesaziyê di qonaxa destpêkê de temam kirin. Bi vî awayî armanc ew e ku pêşî li metirsiyên hawirdorê bê girtin û bajarvaniyeke saxlem bê misogerkirin. Projeyên ku tê de ava qirêj di bin kontrolê de ye, bi nêzîkatiyeke kapasîteya demdirêj û kargêriya domdar hatin plankirin.

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), di bin kordînasyona Serokatiya Daîreya 2yemîn a Herêma Kargêriyê de, li navçeyên gundewarî qadên avahîsaziyê yên nû di qonaxa destpêkê de têkilî sîstema binesaziyê dike. Bi vê yekê hem pêşî li belavbûna bêkontrol a ava qirêj tê girtin û hem jî hewcedariya kapasîteya demdirêj tê hesibandin.

Li Çermûgê beriya avahîsaziyê kapasîte hat hesabkirin

Xebata ku li taxa Tepe, mewkîya Altinbag Kume Evleri ya navçeya Çermûgê hat kirin, bi awayekî hat sêwirandin ku barê ava qirêj a qadên niştecihbûnê yên nû berê xwe bide. Di vê çarçoveyê de 180 metre xeta şebekeya kanalîzasyonê hat danîn. Sîstema ku bi lûleyên binesaziyê yên xurt hatiye avakirin, bi kapasîteyeke ku dê tîrbûna di qonaxên pêş ên avahîsaziyê de pêk were, hat plankirin.

Li Pîranê bi gihîştina lênêrînê re domdariya sîstemê hat xurtkirin

Xebata ku li taxa Çelebî ya navçeya Pîranê hat kirin, ne tenê li ser çêkirina xetê, di heman demê de di çarçoveyeke ku kargêriya sîstemê jî dihewîne de hat temamkirin. Di vê çarçoveyê de 110 metre xeta kanalîzasyonê hat avakirin. Her wiha ji bo kontrolkirin û gihîştina lênêrîna sîstemê 3 bîrên (baca) lênêrînê hatin sazkirin. Ev rêkxistin dihêle ku di pêvajoyên xisar û lênêrînê de bi awayekî zûtir mudaxele bê kirin.

‘Em veberhênanên xwe di heman demê de digel avahîsaziyê plan dikin’

Serokê Daîreya 2yemîn a Herêma Kargêriyê ya DÎSKÎyê Serkan Karyagan, derbarê xebatê de axivî û da zanîn ku xebatên li navçeyên gundewarî ne tenê nêzîkatiyek e ji bo hewcedariyên heyî, di heman demê de li ser plankirina binesaziyê ya ku geşepêdana niştecihbûnê bi rê ve dibe, hatiye avakirin. Karyagan wiha got:

“Kurstkirina binesaziyê ya li qadên ku nû ji îmarê re hatine vekirin, metirsiyên hawirdorê zêde dike û barekî bêkontrol li ser sîstemê çêdike. Lewma em veberhênanên xwe di heman demê de digel avahîsaziyê plan dikin. Xetên ku li Çermûg û Pîranê hatine avakirin, ne tenê ji bo bikaranîna heyî, di heman demê de bi kapasîteya ku dê debiya ava qirêj a paşerojê jî qebûl bike hatine sêwirandin. Me bi sîstemên bîran (baca) yên ku gihîştina lênêrînê peyda dikin, avahiyeke ku domdariya kargêriyê misoger dike, ava kir.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery