Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di "Hevdîtina Gel" a li taxa Ferît Koşkê de hatin ba hev û daxwazên welatiyan ji nêz ve guhdar kirin. Hevşaredaran bal kişandin ser biryardariya xwe ya ji bo tespîtkirina pirsgirêkên tax û bajêr û afirandina çareseriyên mayinde bi aqilmendiya hevpar, piştevanî û rêveberiya beşdar.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, ji bo ku welatî daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe rasterast bigihînin rêveberiya şaredariyê, hevdîtinên gel didomîne. Çalakiya çaremîn li taxa Ferît Koşkê ya navçeya Yenîşehîrê pêk hat.
Di hevdîtinê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê bajêr Ahmet Dogan, endamên meclîsê, serokên daîreyan û welatiyên taxê amade bûn.
Hevşaredar Bucak: Em ê bi hev re çareseriyê pêş bixin
Hevşaredar Bucak di axaftina xwe ya li hevdîtinê de bal kişand ser gelek mijaran, ji pirsgirêkên binesaziyê yên li taxê bigire heta pirsgirêkên civakî yên ku bandorê li ciwanan dikin, ji polîtîkayên taybet ên jinan bigire heta pêdiviyên herêmî û tekez kir ku di çareserkirina pirsgirêkan de aqilê hevpar û piştevanî dê diyarker bin. Bucak diyar kir ku ev hevdîtin zemîna hilberîna çareseriya bi hev re ne û got: “Em ê pirsgirêkên taxa xwe û bajêr bi hev re vekin, hûrgilî bikin û li vir çareseriyê pêş bixin. Du sal in hem Şaredariya Yenîşehîrê hem jî Şaredariya Bajarê Mezin bi we re ne; bi piştgiriya we, ked, hewldan û îradeya we li vir in. Dê ji vir şûnde jî wiha bidome.”
‘Em hatin ba hev da ku daxwazan rasterast guhdar bikin’
Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku ew bi armanca guhdarîkirina rasterast a daxwazên welatiyan û pêşxistina rêyên çareseriyê bi hev re hatine ba hev. Hatun bal kişand ser wê yekê ku xizmetên kêm mayî jî dê bi hev re bên çavdêrîkirin û wiha axivî: “Pêwîst e em ne tenê kêmasiyên xwe çareser bikin, divê em xwedî lê derkevin. Dema em şitilekê diçînin û avê nadinê, ew dar şîn nabe. Heya ku em hezkirin û rêxistinbûna di dilê xwe de mezin nekin, em nikarin jiyaneke baş ava bikin. Hemû karên me bi vî awayî ne. Karê kanalîzasyonê, xeta avê, perwerdehiya zarokên me jî wiha ye. Eger em di destpêka kar de bingeheke saxlem neavêjin, dûmahîka wê jî wisa dibe.”
‘Em ê xwedî li bajêr û qadên xwe yên jiyanê derkevin’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser girîngiya berpirsyariya hevpar û piştevaniyê ji bo xurtkirina jiyana civakî û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li qadên ku lê dijî derkeve. Hatun anî ziman ku ew ê xwedî li bajêr û qadên jiyanê derkevin û got ku bi rêxistinbûn û diyalogê pirsgirêk bi hev re tên çareserkirin.
‘Kêmasî dê bên tespîtkirin û çareser bibin’
Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun jî anîn ziman ku ew hatine ba hev da ku bi axaftina li ser kêmasiyên li taxê û tiştên ku divê bên kirin, çareseriyê pêş bixin. Hevşaredaran diyar kirin ku li gorî erkên xwe dê hemû kêmasî yek bi yek bên tespîtkirin û çareser bibin, lê ji bo vê yekê dem hewce ye; her wiha diyar kirin ku dê pirsgirêkên heyî bên rakirin.
Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Di hevdîtinên rûbirû yên bi welatiyan re, niştecihên taxê pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên xwe rasterast ji hevşaredaran re ragihandin. Welatiyan bi taybetî ji bo xebatên têkoşîna li dijî berfê yên ku di mehên zivistanê de hatine kirin spasiya xwe kirin û diyar kirin ku pêwîst e xizmet bên pêşxistin.
Welatiyan daxwazên xwe yên derbarê dermanê (li dijî kêzikan), binesazî, kanalîzasyon, kreş û qadên lîstikê yên zarokan anîn ziman.
Werger: Omer Dilsoz