Print this page

Festîvala Şanoyê ya Amedê di roja 6’an de: Rîtma aştîyê li ser dikê

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11’an ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, di roja xwe ya 6’an de bi lîstikên hatine pêşkêşkirin û çalakiyên înteraktîf; mijarên aştî, bîr û rûbirûbûnê bi zimanê hunerê ji nû ve ava dike û hêza yekker a şanoyê bi tevlêbûna hunermendên ji erdnîgariyên cuda re dertîne cem hezkiriyên hunerê.

Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11’an ku ji aliyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve bi dirûşma "Diyalog ji bo Aştîyê" tê lidarxistin, bi peyamên xurt ên ji ser dikê tên dayîn û pêwendiya zindî ya bi temaşevanan re, bi coşeke mezin didome. Dema ku çalakiyên xwendin/krîtîk ên înteraktîf û lîstikên şanoyê fikra aştîyê bi zimanê hunerê ji nû ve ava dikin; lîstikvanên ji Nîjeryayê hatin, temaşevan vexwendin ser dikê û bi hev re dansa aştîyê kirin, ev yek bû yek ji kêliyên herî bîrawer ên festîvalê.

‘Birîn her û her dimînin’

Di çalakiya xwendin/krîtîk a bi sernavê “Birîn her û her dimînin” de ku li Salona Semînerê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, şanonivîs Dr. Sivan Ben Yishai û akademîsyenê şanoyê Dr. Lazardzig Jan Hendrik hatin cem hev. Yishai, metna ku bi îlhamgirtina ji gotina helbestvanekî neteweyî ya “birîn her û her dadiherikin” nivîsiye, bi performanseke bandorker xwend û bal kişand ser wê yekê ku vegotin ji serpêhatiyên wê yên kesane hatiye xwarin û karakter hem psîkolojiya qurbanê hem jî ya sûcdar bi hev re radixe ber çavan.

Rola yekker a şanoyê

Hendrik jî ronayî xiste ser dîroka şanoya Almanyayê û bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi sedan avahiyên şanoyê hatine rûxandin. Hendrik bal kişand ser pêvajoya nûavakirina Şanoya Neteweyî ya Mannheimê û diyar kir ku têgihîştina mîmariya şefaf, wekî bersiveke xurt li hemberî estetîka bîrdariya serdema Naziyan derketiye holê. Hendrik da zanîn ku ev avahiya ji cam û metalê hatiye çêkirin, sembola rûbirûbûna bi raboriyê re û zindîhiştina bîra kolektîf e û bal kişand ser rola şanoyê ya yekker a civakî ya bi rêya ziman û çandê. Çalakî bi beşa pirs-bersivê ya ku temaşevanan tevlêbûneke zêde nîşan dan, bi dawî bû.

‘Şevek Bîrawer’ derket pêşberî temaşevanan

Di çarçoveya festîvalê de lîstika bi navê “Şevek Bîrawer” a ku ji aliyê derhênerê ji Helebçeyê Khalat Nawzad Othman/Xelat Newzat Osman ve hatiye derxistin, li Salona Şanoyê ya M. Emîn Yalçinkaya hat pêşkêşkirin. Lîstika ku nakokiya kûr a di navbera dad, tolhildan û bîrê de bi çavê jineke şoreşger tîne ser dikê, şopên tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî ya di bin rejîma dîktatoriyê de bi vegotineke çarpîger radixe ber çavan. Berhem, bandora mayînde ya trawmayê ya li ser takekes û lêgerîna hesabpirsînê ya ku nayê dawîkirin, bi zimanekî xurt ê şanoyê vediguhêze.

Bi ‘Connecting Bridges’ re sînorên di navbera dik û temaşevanan de rabûn

Performansa du-kesî ya bi navê “Connecting Bridges” a ku ji aliyê derhênerê nîjeryayî Sunday Ododo ve hat lîstin, bû yek ji berhemên herî balkêş ên festîvalê. Berhem bi têgihîştina xwe ya sahnegeriya minimalîst û sembolîk derdikeve pêş, beden, tevger û dengê lîstikvan dike navend û têkiliyeke rasterast bi temaşevanan re ava dike. Performansa ku bi sêwirana dikê ya vekirî û herikbar şekil girtiye, mijarên diyalog, empatiyê û aştîyê bi rêya astengî û pireyan bi awayekî kûr girtiye dest.

Di fînala nîşandanê de lîstikvanan temaşevan vexwendin ser dikê, bi hev re di bin sîwana aştîyê de dans kirin û salon bi çepikên bi coş tije bû. Festîval, ne tenê li ser dikê, di dilê temaşevanan de jî rîtma aştîyê mezin dike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery