Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sîstema şopandina dîjîtal a ku pêş xistiye, dûkêşan bi awayekî birêkûpêk kontrol dike û rê li ber rîskên şewat û jehrîbûnê digire. Bi saya vê sepanê, hem ewlehiya can û mal tê parastin û hem jî di şewatên ji ber dûkêşan de kêmbûneke berbiçav tê dîtin.
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, di çarçoveya çalakiyên pêşîlêgirtinê de, ji bo ji holê rakirina rîska şewatê û rêgirtina li ber jehrîbûnên muhtemel, xebatên paqijkirina dûkêşan didomîne.
Teknolojî jiyanê xilas dike
Ji bo pêşîlêgirtina şewat û jehrîbûnên ji ber dûkêşan, Serokatiya Daîreya Agirkujiyê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Danesaziyê bernameyeke nivîsbariyê amade kir. Bi saya vê nivîsbariyê, hemû karsazî û xaniyên li Amedê li ser nexşeyeke dîjîtal hatin tomarkirin. Sîstem ne tenê wekî databasekê, wekî "noşdarê jiyanê" dixebite.
Di sîstemê de demên paqijiyê yên ji bo kargehan (wek restorant û xwaringehan 3 meh carekê, firin 6 meh carekê) û xaniyên ku komir û dar tê de têne bikaranîn (salê carekê) bi awayekî otomatîk têne şopandin.
Pêvajo çawa dimeşe?
Ji bo ku welatî dema paqijiyê ji bîr nekin, sîstem bi rêya SMS’ê xwediyên xanî û karsaziyan agahdar dike. Piştî vê bîranînê, tîmên pispor ên “Amirtiya Dûkêşan” dikevin dewrê û pêvajoya paqijî û kontrolê ya profesyonel dest pê dikin.
Fokus: Mirov û ewlehî
Di bingeha vê xebatê de du hedefên krîtîk hene:
Sifirkirina rîska şewatê: Çer û rûnên ku di dûkêşan de kom dibin, dikarin bi çirûskekê bibin sedema şewatên mezin ên banan. Tîm, berî ku ev sotemenî agir bigire wê paqij dikin.
Parastina li hemberî xeteriya bêdeng: Jehrîbûnên karbonmonoksîtê yên ji ber dûmana ku ji ber girtina dûkêşan vedigere, bi vê paqijiya sîstematîk êdî ne rîsk e.
Piştî nivîsbariyê di şewatên dûkêşan de kêmbûn çêbû
Berî ku sîstem bikeve dewrê, di navbera salên 2024-2025’an de tîman di 18 mehan de mudaxele li 264 şewatên dûkêşan kiribûn. Piştî ku bernameya nivîsbariyê ket dewrê, di 10 mehên dawî de tenê mudaxele li 36 şewatên dûkêşan hate kirin.
Midûrê Şaxa Perwerdehiyê yê Agirkujiyê Îhsan Gezer diyar kir ku paqijkirina dûkêşan erkê sereke yê agirkujiyê ye û wiha got: “Me hemû cihên kar û xaniyên li Amedê yên ku dûkêşa wan heye, tomar kirin. Me paqijî ji bo xwaringehan kir 3 meh carekê, ji bo firinan 6 meh carekê û ji bo xaniyan salê carekê. Piştî paqijiyê dîrok di sîstemê de tê tomarkirin û dema paqijiya din tê, SMS ji welatiyan re diçe.”
Gezer bal kişand ser wê yekê ku wan bi Serokatiya Daîreya Zabiteyê re cezayên îdarî jî dane destpêkirin da ku kesên paqijiyê nekin bişopînin û got: “Mantalîteya me ew e ku zirarên can û mal daxin sifirê.”
“Em ji xizmetê razî ne”
Xwediyê karsaziyekê Emrullah Omar da zanîn ku ew ji vê xizmetê pir razî ne: “Berê her 6 mehan carekê bû, niha bûye 3 meh carekê. Piştî 3 mehan peyamek tê ku ‘dûkêşka we dê were paqijkirin’. Gava tên, bi awayê herî baş paqij dikin û diçin. Em zanin ku dûkêşên me paqij in, ji ber vê yekê em xwe ewle hîs dikin. Rast e maliyeta wê zêde bûye, lê em vê wekî bargiraniyekê nabînin, ji ber ku ev xebat me ji şewatên mezin û berpirsyariyên giran xilas dike.”
Werger: Omer Dilsoz