Di roja 7’an a 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de, ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, ligel lîstikên şanoyê, bi semîner û panelan nîqaşên li ser şano, çand û nasnameyê di heman zemînê de hatin cem hev; hilberînên pirdeng û pirçandî bi zimanê hunerê xwe aşkere kirin.
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve bi dirûşma “Diyaloga ji bo Aştiyê” tê lidarxistin, di roja xwe ya 7’an de berdewam kir ku komên şanoyê yên navneteweyî û çalakiyên hunerî li Amedê bîne cem hev.
Lîstika ‘The Artist’ hat pêşkêşkirin
Di çarçoveya festîvalê de, ekîba şanoyê ya ji Ermenistanê hatî, lîstika bi navê “The Artist (Hunermend)” ya ku ji aliyê nivîskar Alexander Shirvanzade ve hatiye nivîsandin û Aram Nalbandyan derhêneriya wê kiriye, li Salona M. Emin Yalçinkaya ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêşkêş kir. Temaşevanên ku salon tijî kirin, lîstikê bi çepikan pêşwazî kirin.
Lîstik qala çîroka hunermendê ciwan Levon dike ku piştî çar caran guhertina cih, li malekê li Odessayê bi cih dibe. Levon ku dil dikeve Luisayê, keça xwediyê malê, dema ku Luisa amadehiya çûna Îtalyayê dike da ku perwerdeya stranbêjiyê bibîne, Levon dikeve nav rewşeke dijwar. Xeyalên Levon ên ku ji bo pey şopandina hezkiriya xwe pere kom dikir, piştî êrîşekê hemû pereyên xwe winda dike û Luisa bi hunermendê operayê Cavallaro re dizewice û diçe Parîsê, bi temamî hilweşiyan.
Lîstika ku li ser evîn, feqîrî, tenêbûn û xeyalên ku pêk nehatine hatiye avakirin, bi encama trajîk a Levon re ji bo temaşevanan vegotineke dramatîk a xurt pêşkêş kir.
Piştî lîstikê plaket û kulîlk dan lîstikvanan. Derhêner Aram Nalbandyan jî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû kesên ku di organîzasyona festîvalê de ked dane kir.
Semînera Mîr Mîran û Rîtûela Newrozê
Di semînera ku li Navenda Kongreya Çand Amedê hat lidarxistin de, derhêner Dr. Ghotbedin Sadeghi derbarê rîtûela Mîr Newrozî ya li herêmên kurdan ên Îranê agahî dan. Sadeghi anî ziman ku merasîma Mîr Newrozî bi kedeke mezin derketiye holê û ji aliyê çandî ve xwedî taybetmendiya belgeyeke girîng e. Sadeghi da zanîn ku ji ber mijara kuştina şah di nava vê rîtûelê de heye, ji sala 1946’an ve li Îranê hatiye qedexekirin û bal kişand ser dewlemendiya çanda kurdî û tekez kir ku divê di vî warî de repertuwareke xurt a şanoyê bê avakirin.
Piştî semînerê, plaket pêşkêşî axaftvanan hatin kirin.
Panela “Avakirina Çandî ya Hebûnê di Şanoya Kurdî de”
Di çarçoveya bernameya festîvalê de li Salona Semînerê ya Çand Amedê, paneleke bi sernavê “Avakirina Çandî ya Hebûnê di Şanoya Kurdî de” hat lidarxistin. Moderatoriya panelê lîstikvana şanoyê Rûgeş Kirici kir û derhêner Berfin Zenderlioglu û lîstikvana şanoyê Keval Sidqi wekî axaftvan beşdar bûn.
Rûgeş Kirici di panelê de axivî û diyar kir ku şanoya kurdî ne tenê qadeke temsîlî ye, di heman demê de serhildanek li dijî zilm û neheqiyê ye.
Berfin Zenderlioglu jî anî ziman ku kesê derdikeve ser dikê, ziman, nasname, çand û bîra xwe temsîl dike û hebûna şanoya kurdî ya li ser dikê ne tenê xwedî wateyeke hunerî, di heman demê de xwedî wateyeke nasnameyî ye. Zenderlioglu her wiha behsa pêşveçûna dîrokî ya şanoya kurdî, astengiyên pêşiya wê û rola Şanoya Bajêr a Amedê ya di vî warî de kir. Wê bi bîr xist ku yek ji mînakên ewil ên şanoya kurdî ya li Tirkiyeyê, Tiyatra Jiyana Nû, bi gelek astengiyan re rû bi rû maye.
Lîstikvana şanoyê Keval Sidqi jî diyar kir ku şanoya kurdî, şanoyê wekî qadeke berxwedanê dibîne, bal kişand ser bandora şeran a li ser civak û hunerê û nirxand ku azadî çiqasî tevkariyê li hilberîna şanoyê dike.
Piştî panelê, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş spasiya axaftvanan kir.
Festîval bi avahiya xwe ya pirdeng û pirçandî didome
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, bi anîna cem hev a komên şanoyê yên ji welatên cuda, berdewam dike ku qadê ji bo hilberîna hunerî ya pirdeng û pirçandî veke.
Werger: Omer Dilsoz