Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi projeya "Paketa Piştgiriya Nûzayiyan" a ku di çarçoveya şaredarîya civakî de hatiye amadekirin, di sala dawî de piştgirî da 2 hezar û 300 malbatên ku zehmetiyên aborî dikişînin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi armanca xurtkirina torên hevgirtina civakî û gihîştina hemû qadên civakê, xebatên xwe didomîne. Midûriyeta Şaxa Karûbarên Alîkariyê, li gorî polîtîkaya şaredarîya civakî, ji bo pitikên nûzayî paketên piştgiriyê yên taybet amade kirin.
Di çarçoveya Projeya Paketa Piştgiriya Nûzayiyan de, hat tespîtkirin ku bi taybetî malbatên kêmderamet di gihîştina pêdiviyên bingehîn ên pitikên xwe de zehmetiyan dikişînin. Di vê çarçoveyê de paketên ku hatine amadekirin, digihîjin destê malbatan. Midûriyeta Şaxa Xizmetên Civakî û Karûbarên Alîkariyê, di sala dawî de 2 hezar û 300 pakêtên piştgiriyê yên nûzayiyan bi awayekî bêpere gihand malbatan.
Di Paketa Piştgiriya Nûzayiyan de çi heye?
Di paketa ku ji bo pitikên 0-1 mehî hatiye amadekirin de; pedên hîjyenê yên ji bo dayikan, setên derketina nexweşxaneyê ya ji bo pitikan, betanî, kincên pitikan (pêlik), şampuan, destmalên şil û pîvera germahiyê (termometre) hene.
Midûra Şaxa Xizmetên Civakî û Karûbarên Alîkariyê Nihal Bozhan Ozbek, diyar kir ku hatina dinê ya pitikekê ligel bextewariyê, berpirsiyariyekê jî tîne û her pitik heqê wê heye ku bi şertên wekhev dest bi jiyanê bike. Ozbek bal kişand ku ev proje ne tenê alîkariyek civakî, di heman demê de xebateke hevgirtinê ye.
‘Her pitik xwediyê heqê destpêkek wekhev e’
Ozbek anî ziman ku piştî serlêdanan, ew malbatan li malên wan ziyaret dikin û lêkolînên civakî pêk tînin. Ozbek got: "Em Amedê de, her pitika ku tê dinê wekî nirxekî vî bajarî dibînin û em dixwazin hîs bikin ku em ji destpêka jiyana wan ve li kêleka wan in."
Gihîştin 2 hezar û 300 malbatan
Ozbek da zanîn ku di nava salekê de wan gihîştiye 2 hezar û 300 malbatan û bersivên ku distînin gelek erênî ne. Welatiyên ku ji projeyê sûd werdigirin jî, ji ber vê piştgiriyê keyfxweşiya xwe tînin ziman û spasî dikin.
Werger: Omer Dilsoz