11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin, di roja xwe ya heştemîn de bi panel, nîşandana vîdyoyan û çalakiyên li qada vekirî; temayên şer, koçberî û berxwedanê bi zimanê hunerê da nîşandan.
Festîvala ku ji aliyê Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” tê lidarxistin, di roja heştemîn de bi panel, nîşandana vîdyoyên zindî û çalakiyên rengîn ên ji bo zarokan, careke din hêza hunerê ya yekker nîşan da. Kêliyên ku hem li ser dikê û hem jî li parkê qewimîn, rojeke jibîrnekirî ku tê de hest, raman û coş di nav hev de bûn, pêşkêşî temaşevanan kir.
Yek ji çalakiyên herî balker ên rojê, panela bi sernavê “Gefeke Nêz: Li Qudsa Rojhilat Ji Malên Wan Derkirina Malbatan û Derfeta Bilindkirina Dengê Berxwedanê” bû. Nivîskarên şanoyê Eyal Raz û Sivan Ben Yishai yên di panelê de axivîn, çîrokeke ku li ser rûxandina malbatên Filistînî û Îsraîlî ava bûye, bi temaşevanan re parve kirin. Metna şanoyê ya ku behsa rêwîtiya dijwar a aktîvîstê Filistînî Salih a ji Îsraîlê heta Berlînê dike û nîşandana vîdyoya ku vê têkoşînê belge dike, di salonê de bandoreke kûr hîşt.
‘Me xwest di nav şer de jiyanên asayî vebêjin’
Sivan Ben Yishai ya ku li Berlînê dijî, bal kişand ser aliyên doza Filistînê yên ku li Ewropayê vedidin û got: “Me piştgiriya bi Filistîniyan re dît, lê di heman demê de em bi antîsemîtîzmê jî hatin tawanbarkirin.” Eyal Raz jî diyar kir ku ew cara yekem e li ser lîstika ku nivîsandine diaxivin û wiha got: “Me karkekî ku ji gelek qatan pêk tê kir. Me xwest di nîvê şer de, jiyana asayî ya mirovên ku bi rastî tenê dixwazin bijîn, vebêjin.”
Kêliyên şad ên zarokan
Beşa derve ya festîvalê jî li Parka Koşuyoluyê bi şahiya zarokan rengîn bû. Hunermendê ji Îtalyayê Simone Romano, bi şoya palyayoyê ya li ser tevgerê ya bi navê “Hop Hop”, kêliyên tijî ken bi zarokan da jiyîn. Bi munasebeta Roja Dansê ya Cîhanê, welatiyên ku park dagirtibûn, bi hev re govend gerandin û bûn şirîkê coşê. Romano yê ku bi performansa xwe ya bêgotin bal kişand, bi rêya zimanê bedenê û tevgerê pêwendiyeke xurt a empatiyê bi temaşevanan re ava kir. Lîstikvan Yavuz Akkuzu plaquetek da hunermend Romano û ji bo kêliyên xweş ên ku bi zarokan da jiyîn, spasiya wî kir.
Lîstika ‘War Diaries’
Çalakiyeke din a balker a rojê jî nîşandana vîdyoya zindî ya lîstika bi navê “War Diaries” (Rojnivîskên Şer) ya Tak Theaterê bû. Berhema ku ji aliyê Nadia Migdal û Uri Fahndrich ve hat pêşkêşkirin, çîroka mirovên ku di nîvê şer de bi travmayên xwe yên kesane re rû bi rû dimînin bi durustiyeke bandorker ragihand. Lîstika ku behsa têkoşîna miromayînê ya di nav karesateke kolektîf de dike, bi tekeziya xwe ya li ser rewşa mirovî ya hevpar û bi şahidiya xwe ya xurt, di bîra temaşevanan de şopên kûr hîştun.
Festîvala Şanoyê ya Amedê, di roja xwe ya heştemîn de jî atmosfera xwe ya xurt a ku hunerê bi berxwedan, piştgirî û hêviyê re digihîne hev, domand.
Werger: Omer Dilsoz