Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xurtkirina nêzîkatiya wekhevpar û berfireh di xizmetên rêveberiya herêmî de “Perwerdeya Polîtîkayên Bedenê û Zayenda Civakî” li dar xist. Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser wê yekê ku bihîstina hewcedariyên gel, fêmkirin û bersivdana guncav bi perwerdeyê pêkan e.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo nêzîkatiya wekhevpar di xizmetên rêveberiya herêmî de pêk bîne, xebatên xwe yên perwerdeyê didomîne. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê ve ji bo serokên daîreyan û mudîrên şubeyan “Perwerdeya Polîtîkayên Bedenê û Zayenda Civakî” hat organîzekirin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Alîkarên Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerîn Turk û Muhabbet Erdogmuş û serokên daîreyan beşdarî vê bernameyê bûn.
Perwerdeya ku li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariyê hat lidarxistin, ji aliyê perwerdekar Handan Coşkun ve hat dayîn. Di bernameyê de têgeha zayenda civakî di çarçoveyeke piralî de hat nirxandin; sernavên wekî azadbûna zayenda civakî, têkiliyên wekhevî û newekheviyê, tenduristiya hilberîna jinan hatin nîqaşkirin. Di perwerdeyê de her wiha li ser mijarên wekî; perspektîfa zayenda civakî dê çawa di polîtîkayên rêveberiya herêmî de cih bigire, di hilberîna xizmetê de berfirehî dê çawa bê xurtkirin û ji bo di asta saziyê de hişmendî derkeve holê divê kîjan rêbaz bên şopandin, hat sekinandin.
Rêveberên ku beşdar bûn, bi rengekî çalak cihê xwe di perwerdeyê de girtin û ligel agahiyên teorîk, mînakên sepana pratîk û ezmûnên qadê jî parve kirin.
‘Perwerde ji bo yekparî û pergala di rêveberiyên herêmî de girîng in’
Hevşaredar Bucak a ku beşdarî bernameyê bû, diyar kir ku beşdariya rêveberên şaredariyê di perwerdeyên bi vî rengî de girîng e û got ku ew girîngiyê didin xebatên perwerdeyê. Hevserok Bucak destnîşan kir ku divê perwerde di her qada jiyanê de berdewam bike û ev nêzîkatî li şaredariyan jî bê nîşandan.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê perwerde tenê bi serokên daîreyan û mudurên şubeyan sînordar nemînin û got ku divê xebat li qadeke berfirehtir belav bibin. Bucak anî ziman ku ji wekheviya zayenda civakî bigire heta zanistên tevgerê, ji kontrolkirina hêrsê heta perwerdeyên mewzûatê, divê hemû sernav di nav yekparîyekê de bên girtin û bi vî rengî di xizmetên rêveberiya herêmî de yekparî, cidiyet û pergala tê xwestin bê dabînkirin.
‘Riya fêmkirina hewcedariyên gel di perwerde û ragihandinê re derbas dibe’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê kêmûkasî bi rêya perwerdeyan bên çareserkirin û bal kişand ser girîngiya zêdekirina xebatên hişmendiyê û got ku di vê mijarê de divê her cure teşvîq bê dayîn.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku armanca bingehîn a perwerdeyan pêşkêşkirina xizmeteke rasttir ji gel re ye û wiha axivî: “Bihîstina hewcedariyên gel, fêmkirin û dayîna bersivên guncav bi perwerdeyê pêkan dibe. Bihîstin, fêmkirin, hişmendî û dabînkirina vegera vê ya ji bo gel pir girîng e. Ragihandin jî yek ji parçeyên bingehîn ên vê pêvajoyê ye.”
Werger: Omer Dilsoz