Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Pasûrê, li ser rêyên taxên gundewarî yên ku ji ber berfa zêde, barana gur, aşût, hezaz û herifîna zemînê xira bûne, xebatên lênerîn û çêkirinê dimeşînin.
Rêyên tax û gundikên li herêmên çiyayî yên navçeya Pasûrê, ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê, aşûtên ku ketine û hezazên ku piştî baranê çêbûne, ziyaneke mezin dîtibûn.
Gundikê Agdatê ji nû ve ji çûnûhatinê re hat vekirin
Rêya gundikê Agdatê yê ser bi taxa Kûyê ve, ku ji ber hezaz û aşûtê hatibû girtin, bi xebata koordîneyî ya tîmên çêkirina rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Pasûrê ji nû ve hat vekirin. Tîman di çarçoveya xebatan de rê paqij kirin û derbasbûneke ewle dabîn kirin.
Li Taxa Askarê xebat didomin
Li Taxa Askarê jî xebatên destwerdanê yên li ser rêya ku ji ber hezaz û aşûtê hatibû girtin berdewam dikin. Xebatên paqijkirina rê bi rengekî bênavber tên meşandin û tê armanckirin ku di demeke herî nêz de çûnûhatin ji nû ve dest pê bike.
Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca dabînkirina ewlehiya çûnûhatinê ya taxên gundewarî bi rengekî plankirî dê berdewam bikin.
Werger: Omer Dilsoz