Li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyek hat lidarxistin û tê de 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê bi coş hat pîrozkirin.
Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê, li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyeke pîrozbahiyê pêk hat. Di çalakiyê de ku ruhê ked û piştevaniyê derket pêş, xebatkarên şaredariyê hatin cem hev û li gorî wate û girîngiya 1’ê Gulanê hevdîtinek pêk anîn.
Bername bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê, Sendîkaya Kedkarên Tevahiya Şaredarî û Xizmetên Rêveberiya Herêmî (TUM BEL-SEN) û Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) hat organîzekirin; xebatkarên şaredariyê û nûnerên sendîkayan beşdarî bernameyê bûn.
Di bernameya pîrozbahiyê de bi dehol û zirneyan govend hatin gerandin û coşa 1’ê Gulanê bi hev re pêşwazî kirin.
Werger: Omer Dilsoz