Li Habeşî daxwazên welatiyan dibin proje

Modela Budçeya Beşdar a Rezanê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê ve hatiye pêkanîn, beşdariya rasterast a welatiyan a di rêveberiya bajêr de dabîn dike û armanc dike ku hewcedarî bi hev re werin diyarkirin. Hevşaredar Dogan Hatun di hevdîtina duyemîn a li Habeşî de axivî û diyar kir ku daxwazên li taxê hatine gotin hatine tomarkirin û ji bo çareseriyê gavên bilez hatine avêtin.

Hevdîtinên ku di çarçoveya “Modela Budçeya Beşdar a Rezanê” de hatine destpêkirin û bi şiarê “Bajarê Te, Budçeya Te, Biryara Te” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê ve bi hev re û li gorî felsefeya rêveberiya herêmî ya demokratîk têne meşandin, li Taxa Habeşî berdewam dikin. Di encama van civînan de ku ya yekem hefteya borî hatibû kirin, sê projeyên ku herî zêde daxwaz li ser hene dê werin pêkanîn.

Beşdariyeke zêde hebû

Hevdîtina li Etapa 2’yemîn a TOKÎ ya Habeşî hat lidarxistin; tevî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, endamên meclîsê, serokên daireyan û welatiyên taxê beşdar bûn. Bi taybetî jin û zarokan eleqeyeke mezin nîşanî hevdîtinê dan.

Daxwaz hatin tomarkirin

Di civînê de "Maseya Katib a Budçeya Beşdar" hat avakirin û daxwaz û pêşniyarên welatiyan hatin tomarkirin.

Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman

Di beşa "kursa azad" de welatiyan daxwazên xwe yên li ser van mijaran anîn ziman: veguhastina ber bi nexweşxaneyê, hejmara wesayîtên veguhastina giştî, kêmasiya ATM’an, nebûna goristanekê, hişkbûna daran, qadên ku zarok karibin lê perwerdeyê bibînin, kêmasiya yarîgehên gogê û qadên sporê û bihêzkirina jiyana civakî ya li taxê.

Her wiha avakirina qadên jiyana civakî ji bo teqawîdan, kêmasiya bazara taxê, avakirina koperatîfên jinan, vekirina kursên xwendin û nivîsandinê û perwerdeyên pîşeyî ji bo jinan jî di nav daxwazan de bûn.

Ji welatiyekî astengdar banga gihîştinê

Welatiyekî astengdar ê li taxê dijî daxwaz kir ku ji bo astengdaran qadên çalakiyan werin avakirin, di mizgeftan de pirsgirêka gihîştinê were çareserkirin û rampayên kêmendaman werin baştirkirin. Zarokan jî daxwaza çêkirina hewz û pirtûkxaneyan kir.

Nirxandina hevşaredaran

Piştî axaftinên welatiyan, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun û Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik li ser kursiyê axivîn. Hevşaredarên Rezanê gel silav kirin û diyar kirin ku ew ji bo xizmeta gel li vir in.

‘Me hemû daxwaz yek bi yek not kirin’

Hevşaredar Dogan Hatun destnîşan kir ku pirsgirêkên li taxê hatine gotin bi hûrgilî hatine tomarkirin û ji bo çareseriyê gavên bilez hatine avêtin. Hatun got, “Ji zarokan heta mezinan kî axivîbe me yek bi yek not girt. Ji bilî pirsgirêkên ku we anîne ziman, tespîtên me bi xwe jî li ser qadê hene.”

Ji bo golên avê destwerdana lezgîn

Hatun bal kişand ser golên avê yên piştî barana zêde çêbûne û hişyariya welatiyekî ya derbarê rîska xeniqîna zarokan de girîng dît û got: “Ev pirsgirêkek girîng e. Em ê nehêlin ji bo sibe; me agahî da yekîneyên têkildar û em ê tavilê destwerdanê bikin.”

‘Divê malbat baldar bin’

Hatun bang li malbatan jî kir û xwest ku li hemberî golên avê yên piştî baranê çêdibin, ji bo ewlehiya zarokan hîn bêtir baldar bin.

Daneyên veguhastina giştî hatin parvekirin

Hatun derbarê mijara veguhastina giştî de jî agahî dan û diyar kir ku li herêmê rojane 44 otobûs diçin û tên, 6 otobûs jî di xeta "ring"ê de dixebitin. Hatun diyar kir ku xeta E/9’ê rojane 54, xeta AY’ê 72 û xetên din jî di navbera 28 û 38 caran de seferan dikin.

Hejmara seferan dê were nirxandin

Hatun anî ziman ku otobûsên fîrikî jî xizmetê didin û got, “Tevî ku rojane bi dehan sefer têne kirin jî em dibînin ku têrê nake. Me ev rewş not kir, em ê nirxandinên pêwîst bikin.”

Du hefte şûn de dê dengdan were kirin

Pêşniyarên hatine komkirin dê di hevdîtina sêyemîn de werin kategorîzekirin. Piştî vê qonaxê dê dengdanek were kirin û di encamê de her sê projeyên ku herî zêde piştgirî girtine, dê di hevdîtina çaremîn de ji raya giştî re werin aşkerekirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery