Print this page

Li Festîvala Şanoyê ya Amedê kolan bûn sehne

Di roja 9’emîn a 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de, ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, kolan vegeriyan sehnê. Hunermendên ji erdnîgariyên cuda hatine, bi dans, şano û performansa xwe bajar li dora zimanê hevpar ê hunerê gihandin hev.

11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve bi temaya “Ji bo Aştiyê Diyalog” tê lidarxistin, di roja xwe ya 9’emîn de bi nîşandanên kolanan, performansên dansê û lîstikên şanoyê bajar veguherand sahneyeke derve. Di çalakiyên li Meydana Bajêr de, ku zarok û mezinan eleqeyeke mezin nîşan dan, temaşevan bûn şahidê kêliyên nejibîr. Di festîvalê de ku ber bi fînalê ve diçe tempo kêm nabe û hêza hunerê ya yekker careke din hat hîskirin.

Hest li sahnê zêde bûn: Al Mandîl

Performansa dansê ya bi navê “Al Mandîl” a ku ji Sûriyeyê hatibû, çîroka cotekî ji dayikbûnê ve kor anî ser sehnê û kêliyên bi hestiyar anîn pê. Di berhema ku ji aliyê Abeer Odeh ve hatibû nivîsandin û ji aliyê Basam Hamîdî ve derhêneriya wê hate kirin, performansa Shireen Al û Shoufi Nouras Osman hat ecibandin.

Çîroka cotê ku jiyana xwe bi xeyalên xwe ava dikirin û piştî ku bi awayekî mûcîzewî çavên wan vedibin û bi rastiyê re rû bi rû dimînin, bi vegotineke bi bandor li ser sahnê jiyan dît.

Ji klasîkê ber bi hevçerxiyê ve: Yes Godot

Lîstika “Yes Godot” a ku ji aliyê hunermendê Iraqî Anas Abdul Samed ve hatibû nivîsandin û derhêneriya wê hate kirin, cîhana lîstika “Li benda Godot” bi şiroveyeke hevçerx careke din anî ser sahnê. Lîstika ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat pêşkêşkirin, bi zimanê şanoya fîzîkî ya ku karakter bi afirînerên xwe re rû bi rû dimînin, bal kişand. Performansa lîstikvanan ji temaşevanan nota tam girt.

Meydana Bajêr bi dengê zarokan deng veda

Hunermendê Îtalyan Simone Romano, bi nîşandana palyaçoyê ya bêgotin a bi navê “Hop Hop” kêliyên tije ken bi zarokan dan kirin. Romano bi saya pêwendiya xurt a bi zimanê laş û tevgerê re, bi temaşevanan re girêdaneke germ ava kir û meydan veguherand qada şahiyê.

Rîtm bilind bû: Bi awazên Afrîkayê coş

Koma Dansên Gel a Ugandayê, li ser sahnê bi temaşevanan re dans kir û coşa festîvalê gihand lûtkeyê. Performansa ku tê de muzîk û rîtm ketine nav hev, li Meydana Bajêr bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Festîval, hunermend û çandên ji herêmên cuda tîne cem hev û kolanên bajêr bi zimanê gerdûnî yê hunerê dicivîne. Çalakiyên ku ber bi fînalê ve diçin, her roj çîrokeke nû, hesteke nû û ezmûneke nû pêşkêşî temaşevanan dikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery