Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi xebatên atolyeyê piştgiriyê dide welatiyên astengdar. Bi saya van xebatan, astengdar hem şarezayiyên pîşeyî bi dest dixin hem jî tevlêbûna wan a jiyana civakî xurt dibe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ji bo zêdekirina tevlêbûna welatiyên astengdar di jiyana civakî de xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, di atolyeyên bin sîwana Midûriyeta Şaxa Astengdaran de, beşdar di qadên cuda de perwerdeyê dibînin, şarezayiyên nû hîn dibin û di hawirdoreke civakî de dema xwe derbas dikin.
Geşedan bi hunerên destan tê piştgirîkirin
Ji bo piştgirîkirina geşedana fîzîkî, motorî, psîkolojîk û civakî ya welatiyên astengdar û her wiha ji bo bidestxistina qezencên aborî û pîşeyî, kursên curbecur têne vekirin. Perwerde ji aliyê rahênerên pispor ve li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê têne dayîn.
Bi saya van kursan, beşdar şabûna veguherandina ramanekê bo berhemeke berbiçav dijîn. Kesên ku berhemên mîna sêwirandina teqiyan an jî qutiyên boyaxkirî çêdikin, hesta "ez dikarim serbikevim" di xwe de xurt dikin û baweriya wan bi xwe tê.
Kurs îzolasyona civakî kêm dikin
Xebatên atolyeyê tevlêbûna astengdaran di jiyana civakî de zêde dikin û bi saya danûstandinên di hawirdora komê de, rê li ber îzolasyona civakî jî tê girtin.
30 kursiyer sûdê werdigirin
Nêzîkî 30 beşdarên ku di atolyeyan de perwerdeyê dibînin; di qadên mîna hunerên destan ên dekoratîf, sêwirandina teqiyan, boyaxkirina dar û makromeyê de xebatan dimeşînin. Astengdarên ku bi berhemên xwe şabûna hilberînê dijîn, di riya bidestxistina pîşeyekê de gaveke girîng diavêjin.
"Em girîngiyê didin civakîbûna xwendekarên xwe"
Rahênera atolyeyê Arîfe Avci, der barê xebatan de ev agahî parve kirin: "Di atolyeya me de nêzîkî 30 xwendekar hene. Xwendekarên me sibehê bi servîsan ji malên wan têne girtin û tînin navendê. Li vir taştêya xwe dixwin û di nava rojê de ji xizmeta xwarinê sûdê werdigirin. Armanca me ew e ku em jêhatîbûnên wan ên psîkomotor û motora hûr pêş bixin, behre û şarezayiyên wan derxin holê û civakîbûna wan dabîn bikin."
"Li vir bûn ji bo me pir biqîmet e"
Beşdarên ku ji atolyeyê sûdê werdigirin jî kêfxweşiya xwe ya ji xizmetên hatine dayîn anîn ziman.
Rojda Solmaz: "Zêdetirî du sal in ez beşdarî atolyeyê dibim. Ez teqî, karên destan û berhemên ji çerm çêdikim. Hawirdor pir germ û samîmî ye, ev yek bandoreke baş li civakîbûna me dike."
Mensure Taruk: "Hevaltîkirin û çêkirina berhemên boyaxkirina dar û çerm ji bo min pir xweş e."
Werger: Omer Dilsoz