Print this page

Li Meydana Îstasyonê Coşa 1ê Gulanê

Li Amedê, Roja Ked û Piştevaniyê ya 1ê Gulanê, bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên pîşeyî û nûnerên saziyên civaka sivîl, li Meydana Îstasyonê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Ji bo Roja Ked û Piştevaniyê ya 1ê Gulanê, li Meydana Îstasyonê ya Amedê mîtîngeke girseyî hat lidarxistin. Bernameya pîrozbahiyê ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Platforma Saziyên Demokratîk ve hat organîzekirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û endamên konfederasyonên sendîkayan beşdarî mîtîngê bûn.

Hevşaredar Bucak û şandeya pê re, li ber Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya li navçeya Yenîşehîrê hatin bal hev û ji wir ber bi Meydana Îstasyonê ve meşiyan.

Hevşaredar Serra Bucak, li qada mîtîngê bi kedkaran re hat bal hev, bi wan re sohbet kir û Roja Ked û Piştevaniyê ya 1ê Gulanê li wan pîroz kir. Bucak a ku bi kedkaran re govend gerand, peyama piştevaniyê û têkoşîna hevpar da.

Pîrozbahî bi axaftin û govendan berdewam kir

Li axaftinên ku di mîtîngê de hatin kirin, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna azadî, ked, maf û edaletê û beşdaran daxwazên xwe anîn ziman. Bername bi govendên ku hatin gerandin bi awayekî bi coş berdewam kir.

Welatiyên ku Meydana Îstasyonê tije kirin, Roja Ked û Piştevaniyê ya 1ê Gulanê bi ruhê yekitiyê, piştevaniyê û têkoşînê pîroz kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery