Di çarçoveya 11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin, lîstika "Antigone" bi çîroka xwe ya balkêş a li ser bingeha wijdan û berxwedanê derket pêşberî temaşevanan. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ku lîstik temaşe kir, lîstikvan pîroz kirin.
11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di bin pêşengiya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) de tê lidarxistin, komên şanoyê yên navneteweyî li Amedê dicivîne. Di çarçoveya festîvalê de lîstika "Antigone" ku ji aliyê koma Astrà gali Teatro ya Îtalyayê ve hat lîstin, li Dêra Surp Giragosê hat pêşkêşkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevkên Meclîsa DBB'ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Hevşaredara berê ya DBB'ê Gultan Kişanak û gelek şanohezan lîstik temaşe kirin.
Wijdana Antigone li ser dikê zindî bû
Lîstika di cureyê trajediyê de ku ji aliyê Fabio Tolledi ve hatibû nivîsandin û derhênan, bi ser mîtolojiya Antigone ya Sofokles re, nakokiya herî kevnar a dîroka mirovahiyê—aloziya di navbera wijdan û desthilatdariyê de—anî ser dikê. Di lîstikê de çîroka Antigone ku di nav malbateke bi nifira bavê xwe Oedipus parçebûyî de mezin bûye, tê vegotin. Navenda trajediyê pevçûna birayên wê Eteocles û Polynices e ku ji bo desthilatdariyê li dijî hev derdikevin û her du jî dimirin. Tevî ku Qiral Kreon definkirina Polynicesê ku wekî "xayîn" hatiye îlankirin qedexe dike jî, biryardariya Antigone ya ku li dijî vê fermanê derdikeve û dixwaze birayê xwe bispêre axê, bingeha nakokiya lîstikê pêk tîne.
Çalakiya Antigone ya ku bi bihayê mirinê be jî guh dide dengê wijdana xwe û birayê xwe defin dike; li ser dikê wekî berxwedaneke bi hêz û helwesteke exlaqî derbasî temaşevanan bû.
Hevşaredar Bucak lîstikvan pîroz kirin
Hevşaredar Serra Bucak piştî lîstikê derket ser dikê û ekîba şanoyê pîroz kir.
Werger: Omer Dilsoz
Â
