Hevşaredar bûn şirîkê şahiya Amedsporê ya Super Lîgê

Maça dîrokî ya ku Amedspor bi Igdirsporê re 3-3 wekhev ma û bi vê encamê hilkişiya Super Lîgê, li meydanên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ekranên mezin lê ava kiribûn, bi beşdariya bi hezaran welatiyan bi coş hat temaşekirin. Hevşaredar Serra Bucak li Amedê ligel alîgiran, Hevşaredar Dogan Hatun jî li Stadyuma Igdirê bûn şahidê vî kêliya dîrokî û bûn şirîkê coşê.

Li du xalên cuda yên bajêr ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ekranên dêw hatibûn danîn, maça krîtîk a Amedsporê ya li hemberî Igdirsporê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve bi heyecaneke mezin hat şopandin. Amedspora ku bi armanca hilkişîna Super Lîgê derketibû qadê, di vê têkoşîna li derve de bi encama 3-3 serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Alîgirên ku li Parkorman û Meydana Bajêr a navçeya Peyasê (Kayapinar) li ber ekranên mezin civiyan, maç kêlî bi kêlî şopandin û piştgirî dan tîma xwe. Li qadan heyecaneke mezin serdest bû û piştî fîtika dawî, şahî veguherî pîrozbahiyên bi coş.

Meydan bûn mîna cihê cejnê

Bi fîtika dawî ya yariyê re teqezbûna derketina Super Lîgê, li meydanan bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Alîgiran bi çepik, slogan û govendê ev serkeftina dîrokî pîroz kirin. Di pîrozbahiyên ku welatiyên ji beşên cuda yên bajêr hatibûn cem hev de, hestên şahî û piştevaniya hevpar derketin pêş.

Hevşaredar Bucak ligel alîgiran temaşe kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî, li Meydana Bajêr û Parkormanê li ber ekranên mezin ligel welatiyan maç temaşe kir. Hevşaredar Bucak piştî maçê bû şirîkê coşa alîgiran û ligel welatiyan govend gerand.

Hevşaredar Hatun maç li Stadyuma Igdirê şopand

Hevşaredar Dogan Hatun jî li Stadyuma Bajar a Igdirê li maçê temaşe kir û bû şirîkê coşa Amedsporê ya derketina Super Lîgê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31