11.Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin û di nava 11 rojan de bi sedan hunermendên ji 17 welatan anîn cem hev, bi çalakiyên xwe yên li ser dikê û li kolanan, bi lîstikên navneteweyî û fînala xwe ya bi coş, bajêr veguherand şahiyeke çandî.
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya 11emîn ku 11 rojan bajêr bi hunerê dorpêç kir, bi fînaleke bi heybet perdeyên xwe girtin. Festîvala ku bi beşdariya bi sedan hunermendên ji 17 welatan pêk hat, bi temaşevanên ku park, kolan, dika şanoyê û cihên dîrokî dagirtin, veguherî festîvaleke çandî. Bernameya dewlemend a ku ji panelan heta hevpeyvînan, ji atolyeyan heta pêşandana dansê dirêj dibû, dengên coxrafyayên cihêreng li bajêr gihand hev; salon bi rojan tijî bûn û bi ser re dan der.
The Letter
Di roja fînalê de coşa festîvalê tenê bi dikê re sînordar nema. Mêvanan li sînemaya piçûk a Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, maça Amedsporê bi hev re temaşe kirin. Di heman saetan de lîstika The Letter a ku ji Danîmarkayê hatibû careke din hat pêşandan û atmosfera pîrozbahiyê ya Amedsporê rengekî cuda da festîvalê.
Girtin bi lîstika "Rar" hat kirin
Girtina şevê bi lîstika bi navê Rar a ku ji Tûnisê hatibû, pêk hat. Bi berhema ku Ezzeddine Bchir nivîsandibû û derhêneriya wê kiribû, Fethi Bousehila, Awatef Abidi, Oussema Hnaini, Assala Najjar û Mohamed Bouzid derketin ser dikê. Rar mijara têkoşîna desthilatdariyê û lêgerîna heqîqetê ya piştî windabûna ramanwerekî girtibû dest. Windabûna Rar û jinavçûna pirtûka wî ya nîqaşî, rêxistineke ramanî xist krîzeke kûr. Di nav rêxistinê de tawanbariyên îxanetê, şerê serokatiyê û nakokiyên baweriyê derketin holê; xwendekara Rar, Iman, ji bo derxistina rastiyê li ber xwe da. Çîroka ku tê de zext, çavdêrî û tengezariyên civakî her ku diçû zêde dibûn, bi vegera Rar a wekî siyek û dengekî veguherî rûbirûbûneke balkêş û bi pirsek tund a li ser dawiya neçar a mirovahiyê bi dawî bû.
Koordînatara Festîvalê Berfin Emektar piştî nîşandana lîstikê axivî û spasiya her kesê ku keda wan di organîzekirina festîvalê de heye kir.
Danskerên Ugandayî li qada fuayeyê rîtm bilind kirin
Piştî lîstikê, danskerên Ugandayî yên ku li qada fuayeyê derketin ser dikê, bi rîtmên xwe yên xurt temaşevan jî kirin beşek ji performansê û coşa fînalê gihandin lûtkeyê. Festîvalê careke din hêza hunerê ya yekker nîşan da û bi bîranînên ku di hişan de cih girtin bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz