Hevşaredar Hatun serkeftina dîrokî ya Amedsporê bi welatiyan re pîroz kir

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî pîrozbahiya şampiyoniyê ya Amedsporê bû.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, pêşbirka krîtîk a Amedsporê ya ku li Îdirê lîst ji nêz ve şopand û piştgirî da tîmê. Hevşaredar Hatun ê ku di dema lîstikê de li tribûnê cih girt, piştî maçê ligel kafîleya Amedsporê vegeriya Diyarbekirê.

Hatina Amedsporê ya Diyarbekirê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Bi hezaran welatiyên ku li balafirgehê civiyan, tîm bi meşale û dirûşman pêşwazî kirin. Hevşaredar Dogan Hatun jî tevî kafîleya tîmê beşdarî konvoya pîrozbahiyê ya ji balafirgehê heta Parka Newrozê bû û bû şirîkê kêfxweşiya welatiyan.

Hevşaredar Hatun û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenter, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û alîgiran di dema pîrozbahiyan de piştgirî dan Amedsporê; serkeftina dîrokî bi saetan bi govend, çepik û dirûşman pîroz kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31