Print this page

Meşa Rûmetê ya Astengdaran li Amedê: Em bibin şopdarên polîtîkayên astengdaran

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hezaran welatiyên astengdar, bi daxwaza maf, wekhevî û gihîştinê "Meşa Rûmetê ya Astengdaran" li dar xistin. Hevşaredar Serra Bucak di meşê de axivî û ji bo pêkanîna manîfestoya hevpar a derbarê mafên jiyanê yên astengdaran de banga kontrol û têkoşînê kir û destnîşan kir ku divê rêveberiyên herêmî bibin şopdarên van polîtîkayan.

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi beşdariya şaredariyên Sûr, Baxlar û Kayapinarê; rêxistinên civakî yên astengdaran, federasyon, aktîvîst û odeyên pîşeyî yên ku ji bajarên Tirkiye û herêmê hatibûn Diyarbekirê, bi dirûşma “Bila di vê rûmetê de şopa te jî hebe” Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar xistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatice Betul Çelebî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokên Bajar ên DEM Partiyê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, parlamenter û gelek welatiyên astengdar beşdarî meşê bûn.

Beriya meşê Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak axaftinek kir.

Bucak diyar kir ku ji bo polîtîkayeke astengdaran a li ser bingeha mafan, şaredariyên navçeyan, Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê, DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) xebatan dimeşînin û derbarê mafên jiyanê yên astengdaran de xwedî îdîa û manîfestoyekê ne. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew bi vê manîfestoya kûr serbilind in û dîtina rêxistinbûna welatiyên astengdar ew pir kêfxweş kirine.

Nêzîkatiya desthilatdariyan

Ew pir baş dizanin ku hemû desthilatdarî astengdaran nabînin û tune dihesibînin; Bucak got: “Nêzîkatiya wan ne li ser bingeha mafan e, li ser bingeha 'ableîzmê' ye. Bi têgihiştina ‘hişê saxlem di laşê saxlem de dibe’ li mijarê dinêrin û hemû polîtîkayên xwe li ser girtin, dayîn û fermanberiyê ava dikin.” Bucak anî ziman ku DEM Partî berevajî vê nêzîkatiyê, têgihiştina li ser bingeha mafan bi her hincetê digihîne civakê.

Bucak bal kişand ser beşdariya aktîvîstên ji Wan, Îzmîr û bajarên curbecur ên Tirkiyeyê ku mijara astengdaran wekî mijara mafan dibînin û got: “Em pir kêfxweş in ku me ev meşa rûmetê bi hev re bi rûmet kir.”

‘Ji ber ku astengdar nayên dîtin, em rêxistin dibin’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji adara 2024’an ve ku ew hatine hilbijartin, li şaredariyan midûriyet û serokatiyên daîreyan ên astengdaran hatine avakirin, bi dehan kargeh û hevdîtinên li ser bingeha mafan hatine kirin. Bucak weha pirsî: “Em ji bo çi rêxistin dibin? Ji ber ku astengdar tune tên hesibandin û dixwazin wan di qadekê teng de asê bikin, em rêxistin dibin.”

‘Me ji bo gihîştîbariyê xebatên pratîk kirin’

Bucak destnîşan kir ku kargeh û manîfestoya amadekirî nîşan dide ku divê ew li qadê aktîvtir bin û got ku wan ji bo gihîştîbariyê (accessibility) xebatên pratîkî kirine. Bucak got: “Werin em kontrol bikin ka ev xebat çawa dikevin meriyetê, bibin şopdar û nehêlin ji rojeva rêveberiyên herêmî bikeve.”

‘Em ê bi hev re bimeşin’

Bucak spasiya beşdarên ku hatine Amedê kir û got: “Baş e ku hûn hene. Ji bo rûmetê û ji bo rawestana li dijî îdeolojiya ableîzmê, em ê bi hev re bimeşin.” Bucak hêvî kir ku ev meş di têkoşîna aştiyê û demokratîkbûnê de bibe neynikek.

Meşê li ber şaredariyê dest pê kir

Meşa ku li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kir, heta Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê berdewam kir. Di dema meşê de astengdaran bi zimanê îşaretan, bi pankart û dowîzên di destên xwe de bal kişandin ser pirsgirêkên xwe, lêgerîna mafan û daxwazên wekheviyê.

Di meşê de dowîzên wekî “Dê pergala ableîst biguhere”, “Her polîtîkaya ku têkoşîna astengdaran nabîne kêm e”, “Dawî li polîtîkayên îzolasyon û girtinê bînin”, “Bila civak biguhere, asteng rabe”, “Zimanê îşaretan zimanê me yê dayikê ye”, “Jinên astengdar ne bi tenê ne” û “Ne kafeyên cuda, ne park û dibistanên cuda; jiyana bi hev re” hatin hildan. Di meşê de bi hezaran kesan bi çepik û tîlîliyan dirûşmên “Ji bo astengdaran jiyaneke nû pêkan e” û “Heke gihîştîbarî tune be, wekhevî tune ye” berz kirin.

Kursiya serbest hat danîn

Piştî meşê, li Sumerparkê kursiyek serbest hat avakirin. Li vir welatiyên astengdar bi kurdî û tirkî pirsgirêkên xwe û daxwazên xwe yên maf û wekheviyê anîn ziman.

Di forumê de bang hat kirin ku bajar bibe xwedî gihîştîbariyê, gihîştina wekhev a xizmetên giştî, bidawîanîna cudakariya di îstihdamê de, wekheviya di perwerde û tenduristiyê de û beşdarbûna aktîf a astengdaran di pêvajoyên biryardanê de. Di axaftinên forumê de zimanê îşaretan û wesfkirina dîtbarî (visual description) hat bikaranîn.

‘Papûla me nîvco ye’

Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatice Betul Çelebî spasiya kedkarên meşê kir û weha got: “Em sembola pepûlê (perperok) bi kar tînin lê pepûla me nîvco ye. Pepûle sembola azadiyê ye lê ev pepûle nîvco ye, ji ber ku pepûle xwe vedişêre, xwe maske dike. Mîna hemû beşên ku di vê civakê de rastî cudakariyê tên, astengdar jî ji bo ku rastî şîdetê neyên neçar dimînin xwe veşêrin. Xwe di malan de tecrîd dikin. Rastî şêwazê herî tal ê şîdetê tên. Hevalên me yên ciwan ên ku ji ber fediyê xwe li malê girtine li vir in; em dikaribûn qelebalixtir bûna. Ez ji vir bang dikim: Derkeve derve, li derve jiyanek heye. Tevî her cure astengiyan, em ê rêyan bi evînê bimeşin.”

Elîf Kaya ji Tevgera Jinan a li Dijî Ableîzmê jî destnîşan kir ku saxlemperestî îdeolojiya desthilatdariyê ye û neyeksaniya zayendî xwedî dike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery