Di 2’yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê de ku keda jinê, hilberîn û piştevaniyê tîne cem hev, jinan hem hilberînên xwe dan nîşandan hem jî bi rêya atolyeyan ezmûnên nû bi dest xistin û hêza hilberîna kolektîf nîşan dan.
Di roja duyemîn a 2’yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Qada Deriyê Çiyê hat lidarxistin, jinan hem berhemên keda destên xwe gihandin welatiyan hem jî beşdarî xebatên atolyeyên cihêreng bûn. Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan hat lidarxistin, xebatên jinan ên di qada hilberînê de û piştevaniya wan derket pêş.
40 stand hatin vekirin
Jinan ji atolyeyên tekstîlê bigire heta atolyeyên çandina riwekên bijîşkî û aromatîk ên ku di bin banê 5 navendên jiyana jinan ên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de çalakiyan dimeşînin, stand vekirin. Di çalakiyê de ku şaredariyên wekî Farqîn, Pasûr, Licê, Bismil, Çinar û Çermûkê jî cih girtin, li 40 standên cuda berhemên keda destên jinan hatin nîşandan. Jinên kedkarên malê, saziyên civakî yên jin-serwer, jinên sendîkayî, rêxistinên jinan û jinên ku di qada çand û hunerê de xebat dimeşînin, hatin cem hev û berhemên xwe pêşkêşî welatiyan kirin.
Atolye û xebatên hilberînê hatin kirin
Di çarçoveya hevdîtina ku keda jinê, hilberîn û xebatên çand-hunerê tîne cem hev de, atolyeyên cuda hatin organîzekirin. Ji aliyê KESK’ê ve "Atolyeya Boyaxkirina Camê", ji aliyê Serokatiya Daîreya Avhewa û Sifir Bermayî a Şaredariya Bajarê Mezin ve "Ji Avêtî Ber bi Hilberînê ve: Atolyeya Vezîvirandinê ya bi Jinan re", ji aliyê DÎSMEK’ê ve "Atolyeya Seramîka Sar" û ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve jî "Atolyeya Çêkirina Kreman bi Riwekên Bijîşkî û Aromatîk" hatin lidarxistin. Di atolyeyan de ku eleqeyeke mezin dîtin, welatiyan hem hilberîn kirin hem jî wextê xwe bi kêfxweşî derbas kirin.
‘Em jin di bin banekî de hatin cem hev’
Yek ji jinên beşdarî çalakiyê bûbû Gulcan Selici, destnîşan kir ku bi derfetên şaredariyê jin hatine cem hev û wiha got: "Bi vê xizmeta şaredariyê, em hemû jin di bin banekî de hatin cem hev, em bi tiştên pir xweş hîn bûn. Tiştên ku em li vir hîn bûn, me pêşkêşî gelê xwe kir û me encamên pir baş girtin. Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî bidomin. Niha jî li ser seramîkê xebatên me çêbûn, em bi tiştên pir xweş hîn bûn. Ez 15 sal in beşdarî çalakiyên bi vî rengî dibim. Atolyeyeke min a piçûk heye, min xwe bi xwe perwerde kir, ji bo min sînor nînin. Ez ji her kesî re pêşniyar dikim û jinan vedixwînim van çalakiyan."
‘Ezmûnên xweş çêdibin’
Berçem Nakçi jî anî ziman ku jin di van hevdîtinan de keda xwe didin nîşandan û wiha axivî: "Di hevdîtina keda jinan de jin keda xwe nîşan didin û tên cem hev. Berhemên wekî kinc û xwarinê yên ku bi keda xwe çêkirine difiroşin. Li vir bi awayekî birêkûpêk atolye çêdibin. Em xwe keşf dikin, şiyanên xwe dibînin. Ji bo me dibin ezmûnên xweş û bîranînên bedew. Ez hevdîtinên keda jinan pir jê hez dikim û her gava ku çêdibin ez hewl didim beşdar bibim."
‘Ji bo keda jinan nîşan bidim ez li vir im’
Binnaz Guzel jî diyar kir ku ji bo keda jinê û têkoşîna wê bide nîşandan beşdarî çalakiyê bûye û got: "Ez li vir im da ku keda jinan nîşan bidim. Em çi ji destê me tê dikin. Du roj in em li vir pir kêfxweş dibin. Bi hevalan re wextê xwe xweş derbas dikin. Ji ber ku organîzasyoneke wiha kirine em spasiya wan dikin. Bi kêmanî em dikarin heqê keda xwe ya karê ku dikin bigirin."
‘Em ji beşdariya di festîvalê de pir kêfxweş bûn’
Sinem Akyol a ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî pispora riwekên bijîşkî û aromatîk dixebite, diyar kir ku sê mehên dawî bi jinan re xebatên hilberînê dimeşînin. Akyol wiha got: "Em bi jinan re perwerde û atolyeyan çêdikin. Di sê mehên dawî de, bi taybetî di Atolyeya Hilberîna Riwekên Bijîşkî û Aromatîk de, em bi 6 hevalên jin re riwekan piralî dikin. Em berhemên wekî sîrke, rûn, krem û tenturan hildiberînin. Em ji beşdariya di festîvalê de pir kêfxweş bûn. Meyla mirovan a ber bi xwezayê ve û tercîhkirina berhemên kozmetîk ên xwezayî em kêfxweş kirin. Dîtina keda jinan û gihandina wê ya ji girseyên berfireh re ji bo me pir bi qîmet e."
Hevdîtin bi konserekê bi dawî bû
Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê, bi konsera hunermend Neslîhan Edîş a li Qada Deriyê Çiyê bi dawî bû. Gelek welatî beşdarî konserê bûn û bi stranên wê govend gerandin.
Werger: Omer Dilsoz