Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, cardin wek Endama Encumena Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) hat hilbijartin.
Civîna Asayî ya Meclîsa Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ya Gulana 2026’an li Enqereyê hat lidarxistin. Meclîsa TBB’ê ya ku bi rojeva hilbijartinê li Enqereyê kom bû; Serokê Yekitiyê, Endamên Encumenê, Dîwana Serokatiya Meclîsê û Endamên Komîsyonên Pisporiyê hilbijartin. Cîgira Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Gulay Kiliç beşdarî civînê bû.
Ji bo Serokatiya Yekitiyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersînê Vahap Seçer û Şaredarê Bajarê Mezin ê Kahramanmaraşê Firat Gorgel bûn namzed. Li gorî encamên hilbijartina li Meclîsa Yekitiyê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersînê Vahap Seçer bi dengên 446 endamên meclîsê wek Serokê TBB’ê hat hilbijartin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Kahramanmaraşê Firat Gorgel jî 311 deng girtin.
Endamên nû yên Encumena Yekitiyê bi vê awayî hatin rêzkirin:
Serra Bucak (Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê)
Ayşe Ünlüce (Şaredara Bajarê Mezin a Eskîşehîrê)
Abdurrahman Tutdere (Şaredarê Semsûrê)
Faruk Demir (Şaredarê Erdexanê)
Hazal Aras (Hevşaredara Agiriyê)
Bilgehan Erdem (Şaredarê Artvînê)
Filiz Gencan (Şaredara Edirneyê)
Rasim Arı (Şaredarê Nevşehîrê)
Tahsin Erdem (Şaredarê Zonguldakê)
Erhan Güzel (Şaredarê Çatalcayê)
Nihat Çiftçi (Şaredarê Qerqeliyê)
Yakup Odabaşı (Şaredarê Golbaşiyê)
Filiz Ceritoğlu Sengel (Şaredara Selçukê)
Osman Tarık Özçelik (Şaredarê Alanyayê)
Piştî hilbijartinan, Encumena TBB’ê di bin serokatiya Serokê Yekitiyê Vahap Seçer de civîna xwe ya yekem pêk anî.
Werger: Omer Dilsoz
Â
