Print this page

Hevşaredaran li taxên gundewarî yên Sûrê guh dan welatiyan

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li taxên gundewarî yên navçeya Sûrê bi muxtar û welatiyan re hatin cem hev û li pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li taxên gundewarî yên girêdayî navçeya Sûrê bi muxtar û welatiyan re civiyan. Hevşaredar Bucak serdana taxên Yarımca, Dervişhasan û Sarıkamışê; Hevşaredar Hatun jî serdana taxên Alibardak, Karacaören û Koyungüdenê kir. Di serdanan de endamên meclîsê û nûnerên DÎSKÎ û serokatiya daîreyên peywendîdar bi wan re bûn.

Pirsgirêk li cihê wan hatin nirxandin

Hevşaredarên ku bi rêberiya muxtaran li qadên pirsgirêkdar geriyan, pirsgirêkên der barê rê, av, binesazî û xetên kanalîzasyonê de li cihê wan dîtin û lêkolîn kirin. Hevşaredar Bucak her wiha bi jinên taxê re jî hat cem hev û li pirsgirêk û daxwazên jinan guhdarî kir.

Welatiyan daxwazên xwe ragihandin

Di van hevdîtinan de welatiyan daxwazên xwe yên der barê av, kanalîzasyon, binesazî û kanalên vekirî de anîn ziman. Li gel van, mijarên wekî raxistina kevirên parkeyê, sererastkirina rêyên li dora malên şînê û daxwaza mala şînê ya ji bo jinan jî hatin rojevê. Li Taxa Karacaörenê jî bal hat kişandin ser bêhna xerab a ku ji ber devera çem belav dibe û ji DÎSKÎ’yê çareserî hat xwestin.

‘Xebateke koordîneyî wê bê meşandin’

Hevşaredaran dan xuyakirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û daxwazên ku hatine ragihandin, ew ê bi beşên peywendîdar re xebateke koordîneyî bimeşînin.

Spasî ji bo welatiyan

Hevşaredarên ku di serdanan de bi welatiyan re sohbet kirin, gotin: “Me xwest em serdana we bikin, rewşa we bipirsin û guh bidin daxwazên we.” Hevşaredaran ji ber beşdarî û parvekirinên wan, spasiya welatiyên taxê kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery