Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku qadên nû yên niştecihbûnê li taxên gundewar ên Pîran û Hênê bixe nav tora ava vexwarinê, xebatên berfirehkirina xetê pêk anîn.
Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo entegrasyona qadên nû yên avakirinê ya li taxên gundewar bo pergala heyî ya ava vexwarinê, li navçeyên Pîran û Hênê çêkirina xetên zêde temam kir. Xebatên ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Herêma 2 yan a Karsaziyan de hatin meşandin, li gorî avahiya belav a niştecihbûnê hatin plankirin û bi vî rengî gihandina avê ya rasterast ji bo qadên nû hat dabînkirin.
Qadên nû yên niştecihbûnê bi torê ve hatin girêdan
Li taxa gundewar a Kilbînê ya navçeya Pîranê, 330 metre xeta nû ya ava vexwarinê hat raxistin. Li taxa gundewar a Babixê ya navçeya Hênê jî 160 metre xeta zêde hat çêkirin. Bi van xebatan re, li her du taxan jî qadên nû yên niştecihbûnê ketin nav tora ava vexwarinê ya heyî û qada vegirtinê ya xeta belavkirinê hat berfirehkirin.
Hewcedariya ava vexwarinê hat dabînkirin
Bi zêdekirina van xetan re, gihandina ava vexwarinê ya rasterast ji bo qadên nû yên avahiyan ên ku li derveyî tora heyî diman, hat peydakirin. Bi vî awayî, gihîştina welatiyan a ji bo avê hat hêsankirin û hewcedariya binesaziyê ya qadên niştecihbûnê bi rengekî plankirî hat bersivandin.
‘Me plankirin li gorî avahiyên nû girt dest’
Serokê Daîreya Herêma 2 yan a Karsaziyan Serkan Karyagan diyar kir ku di niştecihên gundewar de, plankirina torê bi awayekî ku qadên nû yên avahiyan li ber çavan bigire hatiye meşandin. Karyagan destnîşan kir ku tevlêkirina kontrolkirî ya herêmên nû bo pergala heyî, ji bo bersivdana di wextê xwe de ya hewcedariyên binesaziyê girîng e û bi van xebatan re daxwaza ava vexwarinê ya niştecihên nû rasterast hatiye dabînkirin.
Werger: Omer Dilsoz