Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bilindkirina kalîteya xizmetê, xurtkirina kontrolê û çalakkirina pergalê di veguhastina giştî ya bajêr de, bi Kooperatîfa Veguhastina Rêwiyan a Rêyên Bejayî ya Bajarê Erxeniyê ya bi Hejmara SS 37’an re protokoleke berfireh îmze kir.
Ji bo xizmetên veguhastina giştî ya bajêr bi awayekî biertir û birêkûpêktir werin meşandin, di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kooperatîfa SS 37’an a Erxeniyê de protokol hat îmzekirin. Protokol; ji nû ve birêkûpêkkirina otobusên gel ên taybet di bin kontrola şaredariyê de, girtina qeydên veguhastina giştî û bilindkirina standardên xizmetê li xwe digire. Bi vê protokolê re, dê hevsengiya daxwaz û pêşniyarê were parastin, razîbûna rêwiyan were zêdekirin û pergaleke veguhastinê ya modern û çalak were avakirin.
Pergala bi kartê belav dibe
Bi birêkûpêkkirina nû re tê armanckirin ku pergala bi kartê di veguhastina giştî de were belavkirin. Ji dîroka 1’ê Gulana 2026’an pê ve, girtina pereyê nexd (bi destan) bi temamî tê rakirin û dê hemû dahat di ser pergala elektronîk re werin qeydkirin.
Di protokolê de der barê pergala bihayê de jî biryar hatin girtin. Ji bo bikarhênerên kartên xwendekaran, yên kêmendam û abonmanan mekanîzmaya piştgiriyê dê were sepandin; ji bo rêwiyên bêpere jî dê li ser bihayê bîleta tam dravdan were kirin.
Îstihdama şofêrên jin dê were teşwîqkirin
Îstihdam û perwerde jî di nav sernavên girîng ên protokolê de ne. Li gorî vê; îstihdama şofêrên jin dê were teşwîqkirin, ji bo ajokarên jin bernameyên perwerdeyê werin amadekirin û herî kêm ji sedî 20’ê (20%) hejmara giştî ya şofêran dê ji jinan pêk bê. Her wiha, salê herî kêm çar caran perwerdeya di nav xebatê de dê ji bo hemû xebatkarên veguhastina giştî were dayîn.
Ji bo kontrolê dê komîsyonên qadê werin avakirin
Ji bo xurtkirina mekanîzmaya kontrolê; ji nûnerên Daîreya Zabiteyan, Daîreya Veguhastinê û nûnerên kooperatîfê komîsyonên qadê werin avakirin. Ev komîsyon dê destwerdanê li pirsgirêkên di qadê de bikin û çareseriyan hilberînin. Ji bo ajokar û karsazên ku pabendî qaîdeyan nabin jî dê cezayên wekî cezayê pereyan, betalkirina xetê û betalkirina karta şofêrtiyê werin sepandin.
Dê derbasî pergala rawestgehên aqilmend bibin
Di çarçoveya protokolê de, hemû otobusên gel dê di rûberên (guzergah) ku şaredarî û kooperatîf bi hev re diyar kirine de xizmetê bidin. Li seranserê bajêr dê pergala rawestgehên aqilmend were destpêkirin û rawestgehên kêm, li gorî hewcedariyê werin temamkirin.
Bi vê protokolê re tê armanckirin ku li Diyarbekirê xizmetên veguhastina giştî bibe xwedî avahiyeke bixebat, kontrolkirî û gel-navend.
Werger: Omer Dilsoz
Â
