Print this page

Bernameya Foruma Aştî û Azadiya Civakî

Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, wê di navbera 12-16ê Gulanê de pêk were. Forum wê 5 rojan bidome û bi dehan panel, hevpeyvîn, atolye û çalakiyên çandî-hunerî li xwe bigire. Di forumê de ku wê akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, rojnameger, hiqûqnas, tevgerên jinan, rêxistinên ekolojiyê û gelek navên ji rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bibin; wê mijarên wekî aştiya civakî, çareseriya demokratîk, azadiya jinê, ekolojî, çand, ziman, hafize û demokrasiya herêmî werin nîqaşkirin.

Foruma ku wê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were, wê li gelek xalên cuda yên bajêr were lidarxistin. Di çarçoveya forumê de nîşandana fîlman, pêşangeh, şano û konsert jî hene.

Vekirina Forumê

Vekirina forumê wê di 12ê Gulanê de li Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were. Di vekirinê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Veysi Aktaş wê biaxivin.

Hûn dikarin bernameya Foruma Aştî û Azadiya Civakî ji ser navnîşana https://www.peaceandfreedomforum.com/tr/ bişopînin.

 

Image Gallery