Di Civîna Lijneya Koordînasyona ÎSG’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de mijarên tenduristiya xebatkaran, sepanên ewlehiya kar û koordînasyona saziyî hatin nirxandin.
Civîna Lijneya Koordînasyona Ewlehî û Tenduristiya Kar (ÎSG) ya sala 2026an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariyê pêk hat. Di civînê de xebatên têkildarî tenduristî û ewlehiya xebatkaran, kontrolên li qadê, plansaziyên perwerdeyê û neasayîtiyên ku mudaxeleyên lezgîn dixwazin hatin nirxandin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Serdar Bakiroglu bi sifeta wekîlê kardêr serokatiya civînê kir. Serokên daîreyan ên endamên lijneyê, nûnerên xebatkaran, pisporên ÎSG’ê, bijîşkê kargehê, nûnerên Personel A.Ş. û rêveberên şaxan beşdarî civînê bûn.
‘ÎSG ne tenê neçariyeke qanûnî ye’
Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu di axaftina vekirinê de diyar kir ku divê xebatên ewlehî û tenduristiya kar ne tenê wekî berpirsiyariyeke qanûnî ya li gorî mevzuatê were dîtin. Bakiroglu destnîşan kir ku çavkaniya herî biqîmet a şaredariyê xebatkar in û got ku pêşxistina şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên li qadên xebatê berpirsiyariya saziyê ye. Bakiroglu ji bo pêşîgirtina li qezayên kar, kêmkirina rîskan û zêdekirina kalîteya xizmetê bal kişand ser giringiya çavdêrî û pêşniyarên li qadê.
Ji bo kontrolên tenduristiyê bangawaziya hesasiyetê
Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli jî di axaftina xwe de behsa xebatên ji bo bihêzkirina çanda ÎSG’ê ya di nav saziyê de kir. Saçakli bi bîr xist ku divê berpirsên yekeyan ji bo beşdariya xebatkaran a kontrolên tenduristiyê yên peryodîk ên sala 2026an hesasiyetê nîşan bidin û plansazî li gorî vê yekê werin kirin.
6 xalên sereke yên rojevê hatin nîqaşkirin
Piştî axaftinên vekirinê, Pisporê ÎSG’ê Îsmail Kahveci ji bo endamên lijneyê prezentasyonek pêşkêş kir. Di civînê de 6 sernavên sereke yên têkildarî ewlehiya saziyî û tenduristiya xebatkaran hatin gotûbêjkirin. Di çarçoveya rojevê de encamên sepanê yên biryarên lijneyê yên sala 2025an hatin nirxandin; her wiha xebatên ji bo ji holê rakirina neasayîtiyên ku di kontrolên qadê de hatine tespîtkirin û mudaxeleya lezgîn dixwazin hatin nîqaşkirin.
Di civînê de her wiha mijarên wekî lêkolînkirina yekeyên ewlehiyê yên li avahiyên xizmetê bi perspektîfa ÎSG’ê, plansazkirina perwerdeyên ragihandina profesyonel ji bo personelên ku li qadê rûbirûyê welatiyan dibin, amadekirina senaryoya tetbîqatê ya sala 2026an ji bo Avahiya Xizmetê ya Navendî û salnameya kontrolên tenduristiyê yên peryodîk hatin girtin dest.
Tekezî li ser koordînasyonê hat kirin
Piştî nirxandina xalên rojevê, endamên lijneyê nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Civîn bi tekeziya li ser giringiya koordînasyona navbera yekeyan a di cîbicîkirina biryarên hatine girtin de bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
Â
