Di çarçoveya Hefteya Trafîk û Alîkariya Pêşîn de, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo 360 zarokên ku li Zarokistanan perwerdeyê dibînin, der barê qaîdeyên trafîkê, alîkariya pêşîn, bikaranîna kemera ewlehiyê û veguhastina dostê hawîrdorê de perwerdeya teorîk û pratîk da.
Daîreya Karên Civakî, di çarçoveya 1-7ê Gulanê Hefteya Trafîk û Alîkariya Pêşîn de, ji bo zarokên Kreş û Malên Lênihêrîna Rojane yên Zarokistanê bernameyeke berfireh a perwerdeya trafîkê amade kir ku sê rojan dom kir. Di perwerdeyan de ku bi giştî 360 zarok jê sûd wergirtin, hat tekezkirin ku trafîk ne tenê komek qaîdeyan e, lê belê "çandeke rêzgirtinê" ye.
Armanc ne tirsa cezayê, berpirsiyariya civakî ye
Di dirêjahiya bernameya perwerdeyê de ji zarokan re hat gotin ku qaîdeyên trafîkê ne ji bo tirsa cezayê, lê ji bo dabînkirina nîzama civakî û parastina ewlehiya can hatine danîn. Di perwerdeyê de mafên peya û şofêrên din hatin gotin û hat armanckirin ku zarok wekî kesên xwedî tehemul, famker û xwedî empatiyê mezin bibin.
Seferberiya hişyariyê ya sê rojan
Di çalakiyên sê rojan de, hişmendiya xwendekarên piçûk a li ser trafîkê hat zêdekirin û giringiya alîkariya pêşîn li gorî komên temenê wan hat ravekirin. Bi van perwerdeyên di temenê piçûk de, hat armanckirin ku pirsgirêkên di trafîkê de di paşerojê de kêm bibin û bingehê civakeke hişmend were avêtin.
360 zarokan perwerdeya teorîk û pratîk dîtin
Xwendekarên Kreş û Malên Lênihêrîna Rojane yên Sumerpark, Baxcilar û 450 Evlerê beşdarî bernameyê bûn. Zarok ji bo agahiyên hîn bûne pratîk bikin, birin Parka Perwerdeya Trafîkê. Li vir zarokan derfeta ceribandina qaîdeyên trafîkê li ser parkurên taybet dîtin.
Bi lîstikan hîn bûn
Li Parka Perwerdeya Trafîkê, zarok bûn peya û şofêr û qaîdeyên ku divê di trafîkê de li wan miqate bin, bi cih anîn. Bi saya roniyên trafîkê yên piçûk û pira serpeyan, hawîrdoreke nêzî jiyana rast hat avakirin. Di bin çavdêriya perwerdekaran de, zarokan qaîdeyên derbasbûna ewle û hêmanên bingehîn ên trafîkê ceribandin.
Tekezî li ser veguhastina dostê hawîrdorê
Di perwerdeyan de ne tenê qaîdeyên trafîkê, hişmendiya hawîrdorê jî derket pêş. Bi têgihîştina "Di cîhana paşerojê de ne tenê pabendbûna bi qaîdeyan bes e, divê xweza jî were parastin", giringiya veguhastina dostê hawîrdorê ji zarokan re hat ravekirin.
Hişmendiya kemera ewlehiyê bi sîmûlasyonê hat nîşandan
Di bernameyê de giringiya jiyanî ya kemera ewlehiyê jî bi awayekî pratîk hat nîşandan. Bi wesayîta sîmûlasyonê, zarokan dît ku di qezayeke gengaz de kemera ewlehiyê çawa canê mirov diparêze.
Di dawiya çalakiyê de kek û ava fêkiyan îkramî zarokan hat kirin û diyarî mîna şewqe û fîkeyan hatin belavkirin. Bi vî rengî zarok hem bi kêfxweşî hîn bûn hem jî bi hişmendiyeke nû vegeriyan jiyana xwe ya rojane.
Hişmendiya trafîkê û hawîrdorê tê çandin
Memûrê zabiteyê û perwerdekar Beran Çetin, der barê xebatên li Parka Perwerdeya Trafîkê ya Zarokan a Daîreya Zabiteyê de agahî dan û got ku ew armanc dikin perwerdeya bingehîn a trafîkê û hişmendiya hawîrdorê bidin zarokan.
Her roj perwerde ji bo bi sedan zarokan tê dayîn
Çetin diyar kir ku ew ji bo zarok ji malê ber bi dibistanê û ji dibistanê ber bi malê bi ewlehî herin û bên perwerdeyê didin. Çetin anî ziman ku her roj bi navînî 300 heta 500 xwendekar perwerdeyê dibînin û di salekê de ev hejmar digihîje navbera 15 heta 25 hezar xwendekarî.
Her wiha Çetin destnîşan kir ku ev xebat bi hevkariya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî, yekeyên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî, yekeyên Trafîkê yên Polîs û Cendirmeyan têne meşandin.
Werger: Omer Dilsoz