Hevşaredar Bucak: Çalakiyên çandî amûrên giring in ku yekîtiya civakî xurt dikin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di vekirina 2. Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê de axivî û diyar kir ku pirtûk û çalakiyên çandî amûrên herî giring in ku yekîtiya civakî xurt dikin; her wiha tekez kir ku têkoşîna aştiyê nabe ku tenê bi qada siyasî ve sînordar bimîne.

2.Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê ku bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê û Egitim Senê bi şîara “Cîhan bi peyvan tê cem hev” hat organîzekirin, di navbera 7-10ê Gulanê de li Park Orman Yenîşehîrê pêk hat. Ji bo vekirina çalakiyê; Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredarên Erxeniyê Birsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsê, nivîskar, weşanger, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn.

‘Çalakî wezîfeyeke giring dibînin ku hemû beşan tînin cem hev’

Hevşaredar Serra Bucak di vekirinê de axivî û got ku 2. Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê li gorî par hem di warê organîzasyonê de hem jî di warê beşdariyê de pêşketineke giring nîşan daye. Bucak bal kişand ser ku rêveberiyên herêmî mekanîzmayên zindî ne û bi civakê re di nav têkiliyê de ne; her wiha anî ziman ku şaredarî bi famkirina hest, raman, hewcedarî û bendewariyên civakê, wezîfeyeke giring a gihandina hemû beşan bi cih tînin. Bucak got: “Ev hevdîtinên ku şaredarî û rêveberiyên herêmî dikin; hevdîtinên pirtûkan, fuarên pirtûkan, hevdîtinên çand û hunerê, hevdîtinên keda jinan; em tu ji van ji hev qut nakin. Hemû berdewamiya hev in, hevdu temam dikin, mezin dikin û pêş dixin. Ji ber vê yekê ez van xebatan pir biqîmet dibînim.”

‘Têkoşîna aştiyê divê li her qadê bidome’

Hevşaredar Bucak tekez kir ku pêvajoya aştiyê nabe ku tenê bi qada siyasî ve sînordar bimîne û divê rêveberiyên herêmî, saziyên civaka sivîl û dînamîkên civakî jî bibin parçeyekî çalak ê vê pêvajoyê. Bucak wiha axivî: “Em li erdnigariyeke pir taybet dijîn. Îro bi dehan çîrok, bi sedan çîrokên jiyanê yên vê erdnigariyê hene; çîrokên civakê hene, berxwedan heye, têkoşîn heye, windahî hene û mixabin pevçûn hene. Lê em dixwazin vê pêvajoya aştiyê ya ku ev sal û nîv e berdewam dike, ewqasî baş binirxînin û veguherînin fersendeke mezin ku em dibêjin ev têkoşîna aştiyê tenê li Enqereyê, di korîdorên siyasetê de û di partiyên siyasî de nabe. Ji ber vê yekê di rêveberiyên herêmî de; bi civaka sivîl, şaredarî, sazî, odeyên pîşeyî, komele, weqf, aktîvîst û rêxistinên mafan re em li her derê vê têkoşînê ne. Em dibêjin divê em hemû bi hev re ji bo heman armancê û ji bo daxwaza aştiyê bixebitin.”

‘Ez girîngiyê didim têgihîştina kolektîf’

Bucak bal kişand ser slogana Rojên Pirtûkan a ku dibêje “Cîhan bi peyvan tê cem hev” û got: “Ez girîngiyeke mezin didim vê yekîtiyê. Par dema me mîhrîcana fîlman a Amedê çêkir, slogana me aştî bû û me got ‘Cîhan bi çîrokan tê cem hev’. Îro jî em dibêjin ‘Cîhan bi peyvan tê cem hev’. Em hewl didin vê yekê di hemû xebatên xwe de nîşan bidin. Ez vê têgihîştina kolektîf pir giring dibînim. Di heman demê de li ber ked û xebata hemû hunermend, nivîskar û helbestvanên ku îro li vir in an jî ne li vir in, bi hurmet serê xwe ditewînim.”

‘Zimanê dayikê ji bo her kesî mafek e’

Bucak bal kişand ser ku li gund û navenda Erxeniyê bikaranîna zimanê dayikê berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin ku di Rojên Pirtûkan de Kurdî û Tirkî li kêleka hev in û divê li ser heman standan cih bigirin. Em diparêzin ku zimanê dayikê ji bo nifşên nû û zarokan mafek e; divê di dibistanan de bibe zimanê perwerdeyê û were hînkirin.”

‘Her xebata ku zarokan bi pirtûkan re digihîne hev biqîmet e’

Hevşaredarên Erxeniyê Birsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken jî beşdar silav kirin û diyar kirin ku her xebata ku zarok û ciwanan bi pirtûkan re digihîne hev pir biqîmet e. Hevşaredaran destnîşan kir ku bêyî famkirina nirxên borî û kokên civakê paşeroj nayê avakirin û bal kişandin ser giringiya xwendinê ya ji bo zindîhiştina hafizeya civakî.

Piştî axaftinan, qurdele hat birîn û vekirina 2. Rojên Pirtûkan hat kirin. Hevşaredar Bucak û şandeya pê re paşê li standan geriyan.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31