Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca qezenckirina darên gwîzan ên pûçel ên bêber yên li qadên asê ku çandinî lê nayê kirin, li 8 navçeyan xebatan dimeşîne. Di çarçoveya sepandina niçilandina qelemê de, nêzî 10 hezar darên gwîzan ên bê berhem dê bibin xwedî berhem.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî; ji bo belavkirina gwîzan ku bi fêkî û berhemên xwe yên din re xwedî nirxekî aborî yê bilind û hilberînek stratejîk e, xebateke girîng da destpêkirin. Di projeya ku bi armanca qezenckirina qadên asê di aboriyê de û zêdekirina feydeya darên heyî ya ji bo hawirdorê tê meşandin, li xalên diyarkirî li nêzî 10 hezar darên gwîzan ên pûçel ên ku fêkî nadin, niçilandina qelemê tê kirin.
Xebatên ku bi armanca piştgirîkirina cotkarên ku dixwazin ji gwîzên ku nirxê wan ê aborî ne tenê wekî xwarinê lê di pîşesaziyê de jî xwedî bikaranîneke berfireh e berhemê bigirin û ji bo dabînkirina hilberîna berhemên nûtir û biqalîte li bajêr têne meşandin; li gundewarên navçeyên Çermûk, Çunguş, Hênê, Pîran, Erxenî, Licê, Pasûr û Farqînê têne kirin.
Di bilindahiya 1457an de petrome kirin
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku ji gwîzê ku bi fêkî û darê xwe ve pir bi qîmet, temen-dirêj û heybet e berhemê bigirin, di mercên dijwar ên erdê de, li gundê Şaxor ê navçeya Licê di bilindahiya 1457an de pêvajoya petromekirinê pêk anîn.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî diyar kir ku tevî mercên dijwar ên erd û avhewayê, di xebatan de ku bi armanca zindîkirina potansiyela çandiniyê ya li herêmê, xurtkirina jiyana xwezayî û zêdekirina berhemdariya darên heyî hatine destpêkirin, darên xişr û pûçel ên ku fêkî nadin bi operasyonên hûrgilî yên tîmên pispor têne petromekirin.
Qadên asê nirxê zêde qezenc dikin
Tîmên ku darên li ser zinar û qadên asê yên ku çandinî lê nayê kirin dikin hedef, rêbaza "niçilandina qelemê" ya kevneşopî lê ya ku hesasiyetê dixwaze bi kar tînin. Di çarçoveya xebatan de, qelemên niçilandinê yên saxlem ên ku 2-3 çavikên xewê li ser hene bi baldarî têne hilbijartin û di riwekên stewr û mê re têne niçilandin.
Di petromê de hesasiyeta cerrahî
Pêvajoya niçilandinê ya ku tîm li qadê dimeşînin ji van qonaxan pêk tê:
Amadekarî: Qeda darê ya mê û stewr, bi alîkariya kêra niçilandinê an jî birekekê tam ji nîvî de bi kûrahiya 3-5 cm bi awayekî tîk tê qelaştin.
Lihevhatin: Serê jêrîn ê qelema niçilandinê, ji bo ku tam di nav qedê de rûne, ji her du aliyan ve tê rendekirin û bi şêweyê "V" tê duristkirin.
Têkiliya krîtîk: Gava qelemên amadekirî di nav qelîştokê de têne bicihkirin, mifteya serkeftinê ew e ku qalik tam dest bidin hev.
Parastin: Ji bo rêgirtina li hewa-girtina devera petromekirî, birîn bi bandê petromê an jî rafyayê bi tundî têne pêçan û bi macûna wê ya taybet a ku nahêle şilahî jê ziwa bibe, têne girtin.
‘Darên ku bi herêmê re diguncin têne petromekirin’
Endazyarê Çandiniyê Tahir Alan ê ku di Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî de peywirdar e û agahî dan, diyar kir ku ew li gorî daxwazên welatiyan xebatan dimeşînin û wiha got: “Darên gwîzan ên 7-8 salî berhem nadin û welatiyan serî li me da. Em jî li ser vê yekê hatin û em van gwîzan, bi taybetî bi cûreyên me yên herêmî, yên ku berhema baş didin, welatî tercîh dikin û bi herêmê re li hev dikin û bi serê wan de jî bi Chandler (Gwîza qaliktenik) petrome dikin.”
Li 8 navçeyan xebat têne meşandin
Alan diyar kir ku bi taybetî li Çermûk, Çunguş, Hênê, Pîran, Erxenî, Licê, Pasûr û Farqînê hem şaxik belav kirine û hem jî niçilandê dikin û destnîşan kir ku gwîz di serê riwekên kêmpeyda de tê ku li herêma ku wekî kembera kesk tê binavkirin şîn dibe.
‘Mifa di karê îstîhdamê tê kirin’
Alan anî ziman ku ji ber lihevhatina wê ya bi avhewaya bejayî re ew li ser dara gwîzê xebatan dimeşînin û wiha axivî: “Bi armanca zêdekirina dahata gel û îstîhdamê, em îsal petromeya nêzî 7 hezar daran dikin. Helbet li herêmê bi hezaran darên gwîzan ên bê petrome hene. Ev berhem nadin an jî cûreyên gwîzên kor û pûçel in ên ku gava em dixwazin kakila gwîzê jê derxin, dernayê. Em wan petrome dikin, niçilandina qelemê dikin. Ji gelê me jî daxwazeke zêde heye; em her sal li dora 8-10 hezar daran petrome dikin.”
Xebat berdewam dikin
Ev xebata ku li bilindahiyekê tê kirin, hem ji aliyê teknîkî ve û hem jî ji aliyê girîngiya ku ji hawirdorê re tê dayîn ve balê dikişîne, xebata dilsoz a tîman jî ji hêla şêniyên taxê ve tê ecibandin. Projeya ku xwezayê diparêze û armanc dike ku jîngeheke kesktir ji nifşên paşerojê re bihêle, dê berdewam bike.
Werger: Omer Dilsoz