Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak a ku di Kongreya Navneteweyî ya Fêmkirina Tundiyê de axivî, diyar kir ku Amed di warê mafên zarokan de bajarekî mînak e û got: “Ji bo siberojeke ku zarok ji tundiyê dûr, di nava jiyaneke ewle û bi rûmet de bijîn, em ê xebatên xwe berdewam bikin.”
8emîn Kongreya Navneteweyî ya Fêmkirina Tundiyê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Hişyarkirina Tundiyê û Rehabîlîtasyonê (ÎMDAT) û Zanîngeha Dîcleyê, bi temaya “Zarok û Tundî” li Navenda Çand û Kongreyê ya 15ê Tîrmeha ya Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin. Tevî Hevşaredar Serra Bucak; Hevberdevka Meclisa DBByê Demet Ceylan, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, akademisyen, pispor, nûnerên saziyên civakî û xebatkarên pispor ên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Daîreya Xizmetên Civakî beşdarî kongreyê bûn.
Hevşaredar Bucak: Divê ev tablo bi cidiyetekê were nirxandin
Hevşaredar Serra Bucak di vekirina kongreyê de silav li beşdaran kir û di axaftina xwe de Narin Guran û hemû kesên ku ji ber tundî û îstîmarê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bucak destnîşan kir ku bûyerên qewimîne birînên kûr li ser civakê vekirine û got: “Ev tablo ji bo me hemûyan pir xemgîn û trawmatîk e. Lê bi taybetî siyasetmedar, desthilatdar û hemû mekanîzmayên rêveberiyê yên ku teşe didin civakê û berpirsiyarê bersivdayîna hewcedariyên civakê ne, divê vê tabloya giran bi cidiyeteke mezin binirxînin.”
‘Zarok divê werin parastin û destekkirin’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku temaya sereke ya kongreya îsal “Zarok û Tundî” ye û ev yek encama bûyerên tal ên demên dawî ye. Bucak wiha berdewam kir: “Îro em ê li vir li ser hebûnên herî hestiyar ên mirovahiyê, ango li ser zarokan û tundiya li dijî wan biaxivin. Di rastiyê de zarok û tundî du têgeh in ku nabe di heman hevokê de cih bigirin. Zarok; hebûnên wusa ne ku divê werin parastin, piştgirîkirin û maf û geşedana wan were mîsogerkirin. Tundî jî diyardeyek e ku yekparebûna fîzîkî, hestiyar û civakî ya zarok têk dibe. Mixabin îro gelek zarok li malê, dibistanê, kolanê û di hawirdorên dîjîtal de bi awayên cuda rû bi rûyî tundiyê dibin.”
‘Sîstemên parastin û pêşîlêgirtinê kêm in’
Bucak bal kişand ser zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir û tundiya di navbera zarokan de û got: “Zêdebûna tundiya li dibistanan nîşanî me dide ku qadên ewle yên zarokan çi qas teng bûne û sîstemên parastinê çi qas kêm mane. Tundî diyardeyek e ku tê hînbûn û ji bêwekheviyên avahîbûnê tê xwedîkirin. Mixabin li erdnîgariya me, tundî encama neîstîqrariya demdirêj û pêvajoyên şer û pevçûnan e ku bi versiyonên cuda di civakê de xuya dike.”
‘Zarok hewceyî jiyaneke ewle ne’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser rapora sala 2026an a derbarê zarokên ku ber bi sûc ve hatine birîn û wiha got: “Li gorî raporê, piraniya zarokên ku ber bi sûc ve diçin, ji perwerdeyê qut bûne, rû bi rûyî tundiyê hatine, xizaniyê dîtine û di nav metirsiyan de mezin bûne. Bersivên zarokan ên ji bo pirsa ‘Heke çi nebûya te sûc nedikir?’ pir bi wate ne: ‘Heke bavê min nemira’, ‘Heke dayika min zewaca din nekira’, ‘Heke bavê min ê hûr ez lê nedaxistama’, ‘Heke ez biçûma dibistanê...’. Em dikarin vê li gorî herêmê zêde bikin: ‘Heke şer nebûya’, ‘Heke koçberî nebûya...’. Ev nîşan didin ku zarok bêtir hewceyî eleqe, fêmkirin û jiyaneke ewle ne.”
‘Parastina zarokan pêşîniya me ya bingehîn e’
Bucak destnîşan kir ku Amed bajarekî mînak e ku bi salan e di warê mafên zarokan de xebatan dimeşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî rêveberiyên herêmî, parastina zarokan wekî yek ji pêşîniyên xwe yên bingehîn dibînin. Ev têkoşîn bêyî hevkariya saziyan û nêzîkatiyekê giştî ne gengaz e. Ji bo cîhanek û erdnîgariyekê ku zarok tê de di ewlehiyê de bin, em xebatên xwe berdewam dikin. Avakirina bajarên dostên zarokan, çêkirina qadên lîstikê yên ewle û zêdekirina xizmetên parastinê, di nav erkên sereke yên şaredariyan de ne.”
Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat jî hêvî kir ku kongre di warê zanistî de bibe alîkar ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê li dijî tundiyê bi hev re tevbigerin.
Kongre dê bi rûniştinên curbecur heta 9ê Gulanê berdewam bike.
Werger: Omer Dilsoz
