Print this page

Li Zarokistanê kêfa Roja Dayikan

Di Kreş û Malên Lênihêrîna Rojane yên Zarokistanê de ku bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne, bi minasebeta Roja Dayikan çalakiyek hat lidarxistin. Armanca çalakiyê xurtkirina têkiliya navbera dayik û zarokan bû.

Bername ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hat organîzekirin û li Zarokistana 450 Evlerê birêve çû. Şagirtên li saziyê perwerde dibînin û nêzî 130 dêûbav beşdarî bernameyê bûn.

Dayik û zarok li ser heman sifreyê civiyan

Bername bi taştêyê dest pê kir. Dayik û zarok li ser heman sifreyê rûniştin û di dema çalakiyê de dîmenên pir germ û rengîn derketin holê. Surprîza ku zarokan bi rojan berê amade kiribûn, bû sedema kêliyên bi hestiyar. Şagirtan tacên ku bi keda destên xwe çêkiribûn, xistin serê dayikên xwe û Roja Dayikan pîroz kirin.

Lîstikên kevnar û gerandina govendê

Di çarçoveya bernameyê de li qadên lîstikê, lîstikên zarokan ên kevneşopî hatin lîstin. Dayik û zarokan di lîstikên wekî kişandina weris (ben), pêşbirka çewalan û hilgirtina hêka di dev de bi hev re pêşbazîkirin. Çalakî bi muzîk û girtina govendan dewam kir.

Dayikên ku li dervayî cîhana dîjîtal bi zarokên xwe re dem derbas kirin, bi saya van pêşbirk û lîstikan vegeriyan rojên zarokatiya xwe. Di dema bernameyê de kelecana zarokan û bextewariya dayikan bala her kesî kişand.

Ev çalakiya ku hem bi kêf û hem jî bi hestiyarî derbas bû, bi girtina wêneyên bîranînê bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery