Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi armanca avakirina hişmendiya civakî û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê yên li ser tiryaktiyê, beşdarî “Atolyeya Tiryaktiyê û Têkoşîna li Dijî Tiryaktiyê” bû ku bi hevkariya Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya xebatên parastin û pêşîlêgirtinê de, ji bo têkoşîna li dijî tiryaktiya madeyan bi beşên cuda yên civakê re tê cem hev. Di vê çarçoveyê de, psîkologên Midûriyeta Şaxa Alîkariya Civakî û personelên Navenda Şêwirmendî û Perwerdeya Tiryaktiya Madeyan, bi awayekî çalak beşdarî rûniştin û atolyeyên li Zanîngeha Dîcleyê bûn.
Tiryakîtî bi her alî ve hat nirxandin
Di atolyeya ku du rojî de, mijara tiryaktiyê bi berfirehî hat nirxandin. Di herdu rojan de li ser mijarên wekî pêşîlêgirtina tiryaktiyê, rêbazên destwerdana zû, pêvajoyên dermankirinê û xebatên rehabîlîtasyonê fikr û raman hatin parvekirin.
Di rûniştinan de ku bi beşdariya pisporan hatin lidarxistin, ji bo cureyên cuda yên tiryaktiyê pêşniyarên çareseriyê hatin pêşxistin. Bi taybetî bal hat kişandin ser girîngiya hevkariya di navbera saziyan de. Hat diyarkirin ku nêzîkatiyên civakparêz dê di têkoşîna li dijî tiryaktiyê de encamên bi bandortir bidin.
Armanc: Modela têkoşînê ya domdar
Hat destnîşankirin ku li gorî nirxandin û pêşniyarên di encama atolyeyê de derketine holê, tê armanckirin ku di têkoşîna li dijî tiryaktiyê de sepanên bi bandortir û domîndar werin pêşxistin.
Werger: Omer Dilsoz