Ji bo nexweşên çolyakê perwerdeya jiyana bêgluten

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên şêwirmendiyê yên ji bo nexweşên çolyakê de, bi amadebûna diyetisyen, psîkolog û pisporên xizmetên civakî bernameyeke perwerdeyê li dar xist. Di çalakiyên bi munasebeta 9’ê Gulanê Roja Çolyakê ya Cîhanê de, mijarên wekî xwedîkirina rast, birêvebirina fikarê û gihîştina bi xwarinên ewle hatin nîqaşkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ji bo zêdekirina kalîteya jiyana nexweşên çolyakê xebatên xwe didomîne. Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Nadir û Kronîk, tevî piştgiriya pakêtên xwarinên bêgluten, ji bo nexweş piştî tespîtkirina nexweşiyê pêvajoyê bi tenduristtir birêve bibin, xizmetên perwerde û şêwirmendiyê jî dide.

Bi ekîbên pispor re xizmeta şêwirmendiyê

Bi xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Nadir û Kronîk ve tên meşandin, ekîbên ji diyetisyen, psîkolog û pisporên xizmetên civakî pêk tên cih digirin. Pispor ne tenê di mijara xwarinê de, di heman demê de li ser fikar û pirsgirêkên lihevhatina civakî yên di pêvajoya nexweşiyê de derdikevin holê jî rêberiyê didin nexweşan.

Çalakiya hişmendiyê

Di çarçoveya 9’ê Gulanê Roja Çolyakê ya Cîhanê de, li Sumerparkê ji bo nexweşên çolyakê û malbatên wan bernameyeke hişmendiyê hat lidarxistin. Di bernameyê de hat destnîşankirin ku divê di civakê de asta zanînê ya li ser nexweşiya çolyakê were zêdekirin.

Di bernameyê de hat gotin ku li gorî salên borî di qada giştî û jiyana civakî de hişmendiya çolyakê zêde bûye; her wiha hat destnîşankirin ku perwerde, piştgirî û têkoşîna hevpar hêza herî mezin a vê hişmendiyê ye.

Ji bo nexweşên zarok erkên girîng dikevin ser milê malbatan

Di perwerdehiyê de bal kişandin ku di pêvajoya pêşketina tendurist a zarokên nexweşên çolyakê de rola malbatan gelekî mezin e. Perwerdekaran diyar kir ku nêzîkatiya rast a malbatan a li hemberî zarokan, dê hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê psîkolojîk ve encamên erênî bide.

Perwerdekaran anî ziman ku divê li dijî pirsgirêkên ku zarok dikarin li dibistanê, di derdora civakî û jiyana rojane de pê re rû bi rû bimînin bi zanatî tevbigerin. Hat gotin ku gavên rast ên di dema zû de werin avêtin, dê di pêşerojê de bibe alîkarê avakirina civakeke tenduristtir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran dê ji bo xurtkirina mafên civakî û aborî yên nexweşên çolyakê xebatên xwe bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31