Print this page

Hevşaredar Bucak: Em ê vê serdema tarî ronî bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya xizmên windayan bû, diyar kir ku divê bi kuştinên kiryar-nadiyar û windayên salên 90’î re hevrûbûn pêk bê û got: “Em ê vê serdema tarî ronî bikin.”

Çalakiya hefteya 900’emîn ku ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ve li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê (Baglar) hat lidarxistin; Hevşaredar Serra Bucak, Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Hevşaredar Bucak: Nobetên tên girtin rastiya welat in

Hevşaredar Serra Bucak di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew li gel malbatên windayan in û dê vê berpirsyariya xwe hîn mezin bikin û bidomînin. Bucak anî ziman ku têkoşîna ji Dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê heta Dayikên Şemiyê yên Meydana Galatasarayê û nobeta xizmên windayan a ku 900 hefte ne li Amedê didome, nûnertiya lêgerîneke hevpar a heqîqetê dike. Bucak destnîşan kir ku nobeta malbatên windayan û yên ku xizmên wan di kuştinên kiryar-nadiyar de jiyana xwe ji dest dane, ji bo heqîqeta welat xwedî girîngiyeke mezin e.

‘Ev cesaret di gelê Kurd û Tirk de heye’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê bi kuştinên kiryar-nadiyar û windayên salên 90’î re hevrûbûn pêk bê û got ku têkoşîna heqîqetê bi biryardariya xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan didome. Bucak wiha axivî: “Mixabin cesareta hêzên tarî û siyaseta salên 90’î nîn e ku van rojan ronî bikin. Lê ev cesaret di xizmên windayan de, di dayikên me de û di me yên ku di qada mafên mirovan de dixebitin, têkoşîna mafan û hebûnê didin, di civaka me de û di gelê Kurd û Tirk de heye. Em ê vê ronahiyê bînin. Em ê vê serdema tarî ronî bikin.”

‘Bila qelebalix hîn mezin bibe’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê nobeta edaletê ya xizmên windayan a 900 hefte ne didome were mezinkirin û bi taybetî bang li ciwanan kir. Bucak anî ziman ku xizmên windayan ên ku her şemî li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Koşuyolu tên cem hev, hîna negihîştine gor û hestiyên xizmên xwe û xwest ku ciwan beşdarî bîranînan bibin û pêşengiyê ji nobetê re bikin.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery