Print this page

Hevşaredar Bucak, bû şirîkê coşa şampiyoniyê ya Amedsporê

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, piştî hilkişîna Amedsporê ya ji bo Super Lîgê, li Parka Newrozê ligel sed hezaran kesî bû şirîkê coşa şampiyoniyê ya dîrokî.

Amedspora ku derket Super Lîgê, li Parka Newrozê ya li navçeya Rezana (Baglar) Amedê, bi şahiyeke mezin ku sed hezaran kes beşdar bûn, serkeftina xwe ya dîrokî pîroz kir. Tevî Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak; Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrim Demir (ên ku qeyûm li şûna wan hatibûn wezîfedarkirin), Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslihan Şedal, parlamenter, hevşaredarên navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren û futbolvan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Welatiyên ku bi saetan berê li Parka Newrozê kom bûn, qad bi rengên kesk û sor dagirtin. Sed hezaran kesên ku bi alayên Amedsporê û dirûşman beşdarî pîrozbahiyê bûn, bi stranên hunermendan govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de futbolvanên Amedsporê bi çepik û tîlîliyên mezin derketin ser dikê. Lîstikvanên tîmê û şandeya teknîkî di bin dirûşmên alîgeran de kupaya şampiyoniyê ya Super Lîgê hildan. Bi bilindkirina kupayê re li Parka Newrozê coşeke mezin çêbû û nîşandana fîşekên hewayî û stranên muzîkê heta derengiya şevê berdewam kir.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery