Print this page

Foruma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, sibê dest pê dike. Di çarçoveya forumê de ku dê pênc rojan bidome; li ser sernavên aştiya civakî, azadiya jinan, koçberî, bîr (hafize), çand-huner, hiqûq û jiyana bi hev re dê gelek panel, atolye, hevpeyvîn û çalakiyên çandî werin lidarxistin.

Foruma ku dê di navbera 12-16’ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin, sibê dest pê dike. Di forumê de ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin; avakirina aştiya civakî, xurtkirina civaka demokratîk, azadiya jinan, çand-huner, ekolojî û jiyana bi hev re dê werin gotubêjkirin.

Di nav 5 rojan de dê panel, hevpeyvîn, atolye, nîşandana fîlman û çalakiyên çandî werin kirin. Akademisyen, siyasetmedar, hunermend, hiqûqnas, rojnameger û nûnerên saziyên civakî dê di rûniştinên cuda de bên cem hev.

Vekirin di saet 17.30’an de ye

Axaftinên vekirina forumê sibê saet di 17.30’an de li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê werin kirin. Di vekirinê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Giştî yê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Veysi Aktaş, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatice Yaşar, Walîyê Dihokê Dr. Elî Teter, Walîya Helebçeyê Nuxşe Nasih Ehmed û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral dê axaftinan bikin.

Çalakiyên ku dê sibê werin lidarxistin

Di roja yekem a forumê de dê gelek panel, hevpeyvîn, atolye û çalakiyên çandî werin lidarxistin. Di bernameya 12’ê Gulanê de ev sernav hene:

“Hevgirtin: Bernameya Çand, Diyalog û Piştgiriyê”

“Ji bo Aştiya Civakî, Dadperweriya Civakî û Azadiya Kolektîf Pedagojiya Rexneyî”

“Hilberîna Pratîkên Aştiyê yên ji Binî ve bi Hev re”

“Kurdî 2.0 – Ji Çîrokê Ber bi Sepanê ve, ji Gund Ber bi Diyasporayê ve: Lîstik û Hilberîna Naveroka Dîjîtal”

“Di Plankirinê de Meriyên Nediyar Diyar Kirin”

“Beşdariya Jinan a Pêvajoya Aştiyê û Tevneheviya Zayendî”

“Ji 1990’an heta Îro: Li Kurdistanê Koçberî, Bîr û Lêgerînên Jiyana bi Hev re”

“Ruhê Amîdayê: Tam û Bîr”

“Aştî û Hêvî: Muzîka Civakê”

“Dîwarê Aştiyê yê Zarokan”

“Mîzah û Azadî: Keşfkirina Sînorên Ramanê bi Ken”

“Futbola Kolanê ya Berfireh”

“Zemîna Hiqûqî ya Aştiyê: Destûra Bingehîn û Lihevkirina Civakî”

“Konsera Vekirinê – Ma Music”

Di çarçoveya bernameyê de her wiha dê şano, konsertên muzîkê û hevdîtinên cuda yên çandî jî werin organîzekirin. Çalakî dê li cihên cuda yên çand û hunerê yên Amedê werin lidarxistin.

Ji bo hûrgiliyên bernameyê û salnameya çalakiyan a forumê (ku bi armanca pêşxistina diyaloga civakî, xurtkirina çanda jiyana hevpar û civakîkirina aştiyê tê lidarxistin), hûn dikarin serî li navnîşana https://www.peaceandfreedomforum.com/tr/anasayfa bidin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery