Di navbera DBB û Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan de protokola hevkariyê hat îmzekirin

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) û Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan (GoFOR) de protokola hevkariyê hat îmzekirin. Hevşaredar Serra Bucak di merasîma îmzekirinê de axivî û hêvî kir ku ev gav veguhere xebateke wiha ku têkiliyên rasterast ên li qadê xurttir bike.

Di merasîmê de Hevşaredar Serra Bucak, nûnerên GoFOR’ê û her wiha li ser navê GoFOR’ê nûnerên Komeleya Jîngeh û Geşepêdanê ya Amedê (ÇEVKA), Komeleya Ciwanên Uçari, Komeleya Nifşê Z û nûnerên rêxistinên ciwanan li hev civiyan.

‘Bila bibe gaveke ku têkiliyan xurt dike’

Piştî îmzekirina protokolê, Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha got: “Mixabin xebatên ciwanan di bin siha sporê de dimînin. Em hevkariyên bi vî rengî di vî warî de bi wate dibînin. Organîzekirina xebateke wiha bi rêxistinên wekî we yên asoyên wan vekirî, pir bi nirx e. Ez hêvî dikim ku ev gav veguhere xebateke ku têkiliyên rasterast ên li qadê xurttir bike.”

Koordînatorê Giştî yê GoFOR’ê Hasan Oguzhan Aytaç jî diyar kir ku ew li herêmê herî zêde li Amedê birêxistinkirî ne û got: “Em bi girîngiya vî bajarî dizanin û me her tim li benda hatina vîna hilbijartî nêrî. Piştî ku hûn hatin hilbijartin, me tavilê civîna endaman pêk anî. Ew, di dîroka me de yek ji hevdîtinên herî bi wate bû.”

Der barê protokolê de

Di çarçoveya protokolê de tê armanckirin ku ciwan di pêvajoyên amadekirin, sepandin, şopandin û nirxandina polîtîkayên ciwanan de rasterast cih bigirin. Her wiha, tê armanckirin ku di xebatên şaredariyê yên têkildarî ciwanan de nêrîn û pêşniyarên rêxistinên ciwanan werin berçavgirtin.

Di çarçoveya vê hevkariyê de, bi piştgiriya UN Women, di bin navê projeya “Ciwanî, Beşdarî û Wekheviya Zayendî” de tê plankirin ku lêkolîn, forum, atolye, hackathon û kampanyayên hişyariyê werin lidarxistin.

Di protokolê de hat destnîşankirin ku şaredarî dê ji bo xebatên ciwanan piştgiriya aynî û lojîstîk peyda bike, GoFOR jî dê bi perspektîfeke wekhevpar ji bo pêşxistina polîtîkayên ciwanan piştgiriya pisporî bide.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery