Print this page

Taxa Arwalî di nav tora veguhastina giştî de cih girt

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xurtkirina gihîştina xizmetên veguhastina giştî bo taxên gundewarî, di xeta otobusan a di navbera Otogara Navçeyan a Rojava û Taxa Gozelî de sererastkirineke nû kir. Di çarçoveya vê sererastkirinê de, rêgeh (guzergeh) hate dirêjkirin ku Taxa Arwalî jî bigire nav xwe.

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser daxwazên veguhastinê yên welatiyan ku di hevdîtina gel a 9’ê Gulanê de li Taxa Arwalî ya navçeya Rezanê bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak hatibû lidarxistin, biryareke nû girt. Ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve rêgeha otobusan a di navbera Otogara Navçeyan a Rojava û Taxa Gozelê de heta Taxa Arwalî hat dirêjkirin.

Bi vê sepana nû re tê armanckirin ku bi taybetî çûyîn û hatina welatiyên li Taxa Arwalî dijîn bo navenda bajêr û taxên derdorê hêsantir bibe. Li gorî plana seferan a hatî amadekirin, hin seferên ku di saetên diyar ên rojê de tên kirin, êdî dê heta Taxa Arwalî dewam bikin.

Li gorî sererastkirina nû, seferên ku saet di 07.30’ê sibehê, 12.50’ê nîvro û 18.20’ê êvarê de ji Otogara Navçeyan a Rojava bi rê dikevin, dê heta Taxa Arwalî werin dirêjkirin. Bi heman rengî, seferên vegerê yên ku ji aliyê Pirinçlikê ve di saet 08.20, 13.40 û 19.00’an de dest pê dikin jî dê rêgeha Arwalî bigirin nav xwe.

Şaredariya Bajarê Mezin a ku xebatên xwe yên ji bo berfirehkirina tora veguhastina giştî li seranserê bajêr didomîne, armanc dike ku gihîştina xizmetên veguhastinê zêde bike û taxên gundewarî ji derfetên veguhastina giştî bi awayekî bi bandortir sûd werbigirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery