Li taxa Habeşî di çarçoveya xebatên Budçeya Beşdar de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezan (Baglar) ve bi hev re tê meşandin, ji bo welatî rasterast beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin sindoq hatin danîn. Niştecîhên taxê ji bo projeyên ku dixwazin di qadên wan ên jiyanê de bên pêkanîn, dest bi dengdanê kirin.
Bi xebatên budceya beşdar re tê armanckirin ku gel di xizmetên şaredariyê de bibe xwedî gotin û biryar; her wiha pêdiviyên herêmî li gorî pêşîniyên ku welatî diyar dikin bên teşekirin û jiyana hevpar a li taxê bi hêz bibe. Ev pêvajo di heman demê de belavkirina çanda beşdariya demokratîk û pêşxistina mekanîzmayên hilberîna hevpar a di navbera rêveberiya herêmî û welatiyan de armanc dike.
14 daxwaz di pûsilaya dengdanê de cih girtin
Projeyên ku berê bi pêşniyarên niştecîhên taxê di civînên gel de hatibûn amadekirin, herî dawî di Civîna Muzakereyê de hatin nirxandin û veguherîn pisûlaya dengdanê. Di pisûlaya amadekirî de 14 daxwazên der barê taxê de cih girtin. Welatî li ser sindoqên ku li taxê hatine danîn, projeyên ku dixwazin bên pêkanîn hildibijêrin û dengê xwe didin.
Li 8 xalên cuda sindoq hatin danîn
Li taxa Habeşî li 8 xalên cuda sindoqên gerok hatin danîn. Hat dîtin ku bi taybetî li ser sindoqa li sûkê (bazar) eleqeyeke mezin a welatiyan heye. Niştecîhên taxê projeya ku tercîh dikin hildibijêrin û pûsilayên xwe davêjin sindoqan.
Tîmên şaredariyê ji bo welatiyên ku nikarin bên ser sindoqan û yên ku di dengdana dîjîtal de zehmetiyê dikişînin re jî alîkariyê dikin.
Dengdana dîjîtal jî berdewam dike
Welatî dikarin dengên xwe her wiha di ser navnîşana “baglarbutce.com” re û bi rêya karekodên ku li xalên cuda yên taxê hatine bicihkirin bi kar bînin. Bi saya karekodên ku li ketina malperan, li kolanan û di broşurên ku tîmên li qadê belav dikin de cih digirin, gihîştina dengdana dîjîtal tê dabînkirin.
Pêvajoya dengdanê dê heta 15’ê Gulanê berdewam bike.
3 projeyên ku herî zêde deng girtine dê bên aşkerekirin
Di encama dengdanê de 3 projeyên ku herî zêde deng girtine, dê di roja înê 15’ê Gulanê saet di 15.00’an de di civîneke gel de bên aşkerekirin.
Tê plankirin ku di pêvajoya pêkanîna projeyên ku bên hilbijartin de jî beşdariya welatiyan berdewam bike. Komîsyonên Taxê yên ku ji bo her projeyê bên avakirin, dê ji qonaxa plankirinê heta pêvajoya avakirinê bi tîmên şaredariyê re bi hev re bixebitin. Bi vî awayî niştecîhên taxê dê ne tenê di pêvajoya biryardanê de, lê di pêvajoyên pêkanîn û kontrolkirinê de jî cih bigirin.
Werger: Omer Dilsoz