Xwendekarên Zanîngeha Êlihê yên ku beşdarî civîna meha gulanê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn, fersend dîtin ku xebatên meclîsê li cihê wê bişopînin. Hevşaredar Serra Bucak di civînê de axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber serkeftina Amedsporê û serkeftina wê ya bo Lîga Super anî ziman.
Yekem rûniştina civîna asayî ya meha gulanê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat. Civîn di bin serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak de birêve çû û ligel endamên meclîsê, xwendekarên Zanîngeha Êlihê jî beşdar bûn.
Hevşaredar Serra Bucak di civînê de bal kişand ser serkeftina Amedsporê û diyar kir ku ji ber hilkişîna Amedsporê ya bo Lîga Super rûmet û kêfxweşiyeke mezin dijîn û got: "Wek hemû bajêr em serbilind û bi rûmet in. Careke din serkeftinê dixwazim, bila rêya wan vekirî be."
Hevşaredar Bucak, der barê naveroka Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê de jî agahî dan endamên meclîsê û bang kir ku beşdarî forumê bibin û piştgiriyê bidinê.
Xwendekaran xebatên meclîsê li cihê wê şopandin
Xwendekarên Beşa Zanistên Siyasî û Rêveberiya Giştî ya Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Êlihê jî beşdarî civîna asayî ya meha gulanê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn. Xwendekaran derfeta şopandina xebatên meclîsê li cihê wê dîtin û ji ber ku di civînê de cih girtin spasiyên xwe anîn ziman.
Hevşaredar Bucak jî ji ber mazuvaniya xwendekaran a di meclîsê de kêfxweşiya xwe diyar kir.
Werger: Omer Dilsoz
Â
