Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak û Dogan Hatun, şandeya Weqfa Streetbolzer e.V. a ku ji bajarê Kasselê yê Almanyayê hatibû, ezimandin. Di hevdîtinê de, li ser projeyên hevpar ên li ser bingeha ciwanî, werziş û aştiyê danûstandina ramanê hate kirin.
Nûner û tîma Weqfa Streetbolzer e.V. a ku di çarçoveya "Forumê Aştî û Azadiya Civakî" de ji bajarê Kasselê hatibû Diyarbekirê û ji bo entegrasyona ciwanan a bi civakê re xebatên futbola kolanan dimeşîne, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir. Di çarçoveya serdanê de bi Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun re, derbarê "Forumê Aştî û Azadiya Civakî" û xebatên di warê ciwanî û werzişê de tên meşandin de axivîn.
Di hevdîtinê de; xebatên futbola kolanan a berfireh, çanda trîbunê ya alternatîf û projeyên civakî yên li ser ciwanan hatin nirxandin. Bi taybetî li ser atolyeyên ku dê bi zarok û komên alîgiran re bên kirin, bal hate kişandin ser aliyê werzişê yê ku aştiyê, piştevaniyê û çanda jiyana bi hev re xurt dike.
Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku werziş ji bo dûrxistina ciwanan ji adetên zerardar amûreke girîng e û tekezî li ser giringiya hatina cem hev a ciwanên ji çandên cuda û avakirina zimanekî hevpar ê jiyanê hate kirin.
Di navbera her du aliyan de li hevhatinek pêk hat ku Weqfa Streetbolzer e.V. (ya ku di sala 2009'an de wekî saziyeke ne-qezencxwaz hatiye avakirin û ji bo zarok û ciwanan xebatên futbol û çandê dimeşîne), di pêvajoya pêş de bi Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê re projeyên hevpar ji bo zarok û ciwanan pêş bixe, xebatên atolyeyan berdewam bike û hevkariyên navneteweyî xurtir bike.
Werger: Omer Dilsoz