Di çarçoveya protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û kooperatîfên otobusên taybet ên gel de hat îmzekirin de, ji 1ê Hezîranê pê ve di otobusên taybet de dayîna diravê neqdî bi temamî diqede.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên strukturî yên ku ev demeke dirêj e di veguhestina giştî ya bajêr de dibin mijara nîqaşê, otobusên taybet ên gel dixe nav pergala entegre. Li gorî protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Kooperatîfa Veguhestina Rêwiyan a Rêya Bejayî ya Bajêr a Otobusên Taybet ên Gel a SS Öz Diyarbakir û Kooperatîfa Hejmar 53an de hat îmzekirin, pêvajoya derbaskirina pergala kartê di otobusên taybet de temam dibe.
Pêvajoya derbasbûnê ya ku di çarçoveya protokola 10ê Adarê de hatibû naskirin, di 1ê Hezîranê de bi dawî dibe. Ji vê dîrokê pê ve di otobusên taybet ên gel de diravê neqdî nayê qebûlkirin. Rêwî dê heqê veguhastinê tenê bi rêya pergala komkirina heqê elektronîk bidin.
Pergala veguhastinê ya gihîştî
Şaredariya Bajarê Mezin bi vê sepanê armanc dike ku xizmetên veguhastina giştî hîn plankirî, şefaf û kontrolkirî bike. Bi vê rêziknameyê re tê plankirin ku karbidestiya xizmetên veguhastina giştî ya li bajêr zêde bibe, standardên xizmetê bên pêşxistin û razîbûna welatiyan bilind bibe. Şaredarî di heman demê de armanc dike ku binesaziyeke modern û bi bandor a veguhastina giştî ava bike.
Piştî 1ê Hezîranê dayîna neqdî nayê qebûlkirin
Di çarçoveya rêziknameya navbera şaredarî û kooperatîfan de, ji bo ku welatî karibin xwe li gorî pergala kartê eyar bikin, demeke derbasbûnê hatibû naskirin. Di vê demê de di otobusan de dayîna diravê neqdî berdewam kir. Lê belê ji 1ê Hezîranê pê ve li otobusên taybet ên gel ên bajêr dayîna neqdî bi temamî tê rakirin. Derbarê wesayît û şofêrên ku li gorî vê rêzikê tevnegerin de dê kiryarên qanûnî bên sepandin.
Nuqteyên nû yên barkirina kartê hatin avakirin
Ji bo ku derbasbûna pergala kartê bê pirsgirêk bimeşe, li gelek nuqteyên bajêr Amûrên Barkirina Diyarkartê (Kiosk) hatin avakirin. Serokatiya Daîreya Veguhastinê dê li gorî pêdiviyan xebatên sazkirina amûrên barkirina kartê berdewam bike.
Hişyariya kartê ji bo welatiyan
Serokatiya Daîreya Veguhastinê bi bîr xist ku ji 1ê Hezîranê pê ve di otobusên taybet ên gel de dayîna neqdî nayê qebûlkirin û bang li welatiyan kir ku kartên xwe yên veguhastinê peyda bikin û bi berdewamî balansa kartên xwe kontrol bikin.
Werger: Omer Dilsoz