Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw, Parêzgarê Dihokê Elî Tatar û komek akademîsyen ezimandin.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Tatar ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hatibûn Amedê, tevî komek akademîsyenan serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Şande ji aliyê Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran bi şandeyê re hevdîtinek pêk anî. Hevşaredaran destnîşan kir ku beşdariya parêzgaran di Foruma Aştî û Azadiya Civakî de û serdanên wan ên piştevaniyê ji bo wan xwedî giringiyeke mezin e. Hevşaredar Bucak got: “Dema em dibêjin aştî û azadiya civakî, em behsa aştî, biratî û jiyana bi hev re ya di nav xwe de dikin. Em parastina feraseta ku yekîtî û piştevaniya Kurdan di navenda xwe de digire, dikin.”
Di hevdîtinê de her wiha li ser rêveberiyên herêmî û geşedanên rojane nirxandinên dualî hatin kirin.
Di serdanê de Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk bi Hevşaredaran re amade bûn.
Werger: Omer Dilsoz
