Print this page

Li Amedê kapasîteya ava vexwarinê du qat zêde dibe

Xebatên "Projeya Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Etapa 2 yan" ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi veberhênaneke nêzî 1 mîlyar TL’yî tê birêvebirin, berdewam dikin. Kapasîteya parzûnkirina ava vexwarinê ya rojane ya bajêr dê ji 260 hezar metrekûpî bibe 520 hezar metrekûp; ev binesaziya nû ku parzûnkirin, depokirin û girêdana şebekeyê di heman sîstemê de digihîne hev, dê bersivê bide hewcedariya ava vexwarinê ya demdirêj a Diyarbekirê.

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo hevsengkirina rîskên kapasîteyê yên ku di paşerojê de di dabînkirina ava vexwarinê de çêbibin û ji bo kêmkirina barê sîstema heyî, di avakirina etapa 2 yan a li qada Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Navendî de pêvajoyeke hilberînê ya pir-beşî dimeşîne. Serîlêdanên ku piştî merasîma bingehavêtinê ya di 31ê Cotmeha 2025an de dest pê kirin, li ser bingeha zêdekirina kapasîteyê û ewlehiya sîstemê ya di birêvebirina ava bajêr de bi pêş dikevin.

Proje bi piştgiriya hîbeyê ya ji aliyê Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonya (JICA) û bi fînansekirina Banka Parêzgehan (ÎLBANK) tê meşandin û tê plankirin ku di Mijdara 2026an de bi dawî bibe.

Bi zêdebûna kapasîteya parzûnkirinê re barê sîstemê tê hevsengkirin

Rêjeya pêkhatina fîzîkî di beşa tesîsa parzûnkirinê ya projeyê de gihîştiye derdora ji sedî 33yan. Pêvajoyên hilberînê yên di beşên têkilkerê lezgîn, zelalker û parzûnê (filtre) de bi hev re bi pêş dikevin. Ketina dewrê ya van avahiyan, bingeha teknîkî pêk tîne ku dê kapasîteya parzûnkirina fîzîkî û kîmyewî ya avê rasterast zêde bike.

Bandora bingehîn a vê veberhênanê, li ser armanca zêdekirina kapasîteya parzûnkirina ava vexwarinê ya rojane ji 260 hezar metrekûpî bo 520 hezar metrekûpî tê pênasekirin. Zêdebûna kapasîteyê ne tenê mîqdara hilberînê mezin dike, di heman demê de li hemberî hişkesalî, guherîna daxwazê û barkirinên ji nişka ve yên ji ber bajarvaniyê, berxwedana sîstemê jî xurt dike.

Di çarçoveya projeyê de, xebatên li avahiyên têkilkerê lezgîn, zelalker û parzûnê li gorî planê berdewam dikin; xebatên kolandinê yên li ser xeta ava vexwarinê ya bi qutirê 1.200 mm jî bingeha girêdana şebekeyê pêk tînin. Ev xet, dê depoya nû ya avê û xeta Kayapinarê ya heyî bigihîne hev û ava parzûnkirî bigihîne sîstema belavkirinê ya bajêr.

‘Sîstem ligel kapasîteya hilberîn, veguhastin û girêdanê bi hev re tê girtin’

Karmendê Serokatiya Daîreya Veberhênanê ya DÎSKÎyê Yalin Dara Mercan der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku xebatên li avakirina etapa 2 yan a Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ku bi lêçûna nêzî 1 mîlyar TL’yî tê meşandin berdewam dikin û wiha got:

“Xebatên avakirinê di avahiyên têkilkerê lezgîn, zelalker û parzûnê de ku beşên herî girîng ên tesîsê ne, berdewam dikin. Li ser xeta ava vexwarinê ya 1.200’î ku dê girêdana bi şebekeya bajêr re dabîn bike, xebatên kolandinê tên kirin. Ev xet dê depoya nû ya avê û xeta Kayapinarê ya heyî bi hev ve girê bide û gihandina ava parzûnkirî ya ji bo bajêr dabîn bike. Dema ku bi dawî bibe, kapasîteya parzûnkirina ava vexwarinê ya Diyarbekirê dê rojane ji 260 hezar metrekûpî derkeve 520 hezar metrekûpî. Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Etapa 2 yan, wekî binesaziyeke nûjen a parzûnkirin û belavkirinê ku hewcedariya ava bajêr a demdirêj dabîn dike, dê bikeve ber xizmetê.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery