Di civînekê de ku bi armanca xurtkirina koordînasyona di navbera yekeyên têkiliyên bi gel re ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan de hat lidarxistin, biryar hat girtin ku ji bo çareserkirina bilez a pirsgirêkên li qadê, li ser asta navçeyan tîmên koordînasyonê bên avakirin.
Ji bo xurtkirina têkiliyan, di navbera Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin û yekeyên têkiliyên gel ên şaredariyên navçeyan de civînek pêk hat. Civîn li Şaredariya Sûrê hat kirin û Midûra Şaxa Têkiliyên Gel a Bajarê Mezin Bahar Soysal, Midûrê Şaxa Têkiliyên Gel a DÎSKÎ’yê Mehmet Sagirdag, midûrên têkiliyên gel ên navçeyên Sûr, Kayapinar, Rezan (Baglar) û Bajarê Nû (Yenişehir) û endamên meclîsê beşdar bûn.
Di civînê de, bi armanca ku daxwaz û giliyên welatiyan di demeke kurttir de bên çareserkirin, biryara avakirina tîmên koordînasyonê yên li ser asta navçeyan hat girtin. Hat diyarkirin ku ev tîmên ku dê bi piştevaniya fermanberên her navçeyê bên avakirin, dê di çareserkirina pirsgirêkên li qadê de roleke çalak bileyîzin.
Beşdaran diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li qadê yên wekî rê, dermanrijandin, dagirkeriya peyarêyan û mijarên bi vî rengî, dê bi yekeyên têkildar re xebateke hevpar û koordîne bimeşînin.
Her wiha di civînê de li ser xurtkirina ragihandina di navbera yekeyên têkiliyên gel de, vegera bilez a ji bo daxwazên welatiyan û zêdekirina koordînasyona navbera saziyan nirxandin hatin kirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
