Print this page

Di vekirina Foruma Aştî û Azadiya Civakî de stran hatin strandin

Di roja yekem a Foruma Aştî û Azadiya Civakî de konsera Ma Musicê hat lidarxistin û kêliyên bi coş hatin pê.

Foruma ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin û dê heta 17'ê Gulanê berdewam bike, di roja xwe ya yekem de mazûvantiya koma Ma Musicê kir. Konsera ku li Şanoya Amfî ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin, bû qada dîmenên pir bi coş.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun û Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî beşdarî konserê bûn. Bi sedan welatiyên ku qad dagirtibûn, bi stranên Ma Musicê re bûn yek û bi govendê coşa şevê geş kirin.

Konser bi eleqeyeke mezin a welatiyên ji her temenî ve hat pêşwazîkirin û bi dîmenên rengîn bi dawî bû. Di dawiya konserê de hunermendan spasiya beşdaran kirin û bang li her kesî kirin ku beşdarî konsera roja şemiyê ya li Qesra Cemîl Paşa bibin.

Çalakiyên çand û hunerî dê berdewam bikin

Foruma Aştî û Azadiya Civakî, dê heta 17'ê Gulanê bi panel, hevpeyvîn, atolye û çalakiyên çand û hunerî berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery