Di panela bi navê “Zemîna Hiqûqî ya Aştiyê: Destûra Bingehîn û Lihevkirina Civakî” de ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hat lidarxistin, hiqûqnas û akademîsyenan destnîşan kirin ku aştiya mayînde tenê bi siyaseta demokratîk, lihevkirina civakî, prensîbên dewleta hiqûqê û mîsogerkirina azadiyan pêkan e.
Panela ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Rüşen Seydaoğlu kir; Prof. Dr. Sevtap Yokuş, Prof. Dr. Fazıl Hüsnü Erdem, Parêzer Gürkan Çakıroğlu û Parêzer Özgür Erol wekî axaftvan beşdar bûn.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayındır, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.
‘Sebir, ked û biryardarî lazim e’
Prof. Dr. Sevtap Yokuş diyar kir ku ne rast e mirov li bendê be ku pêvajoya aştiyê di demeke kurt de encam bide; ev pêvajo sebir, ked û biryardariyê dixwaze. Yokuş anî ziman ku aştî "pêvajoyeke avakirinê" ye û bal kişand ser wê yekê ku her çend ev nîqaş li Tirkiyeyê nû xuya bikin jî, di rastiyê de ji sala 1993’an ve berdewam dikin.
‘Divê aştiya negatîf bibe aştiya pozitîf’
Prof. Dr. Fazıl Hüsnü Erdem destnîşan kir ku divê pêvajoya aştiyê ji "aştiya negatîf" ber bi "aştiya pozîtîf" ve biçe. Erdem got ku aştiya negatîf tê wateya danîna çekan û meşandina armancên polîtîk bi rêyên demokratîk, lê aştiya pozîtîf çareserkirina pirsgirêka Kurd bi xwe ye. Erdem got ku ev pirsgirêkeke kûr e û tenê bi guhertinên destûra bingehîn nayê çareserkirin; divê pratîka siyasî û avahiya darazê jî biguhere.
‘Bêyî lihevkirina civakî aştî pêk nayê’
Parêzer Gürkan Çakıroğlu diyar kir ku hiqûq forma herî safî ya peymana civakî ye û bêyî lihevkirina civakî aştî, edalet û wekhevî nayên avakirin. Çakıroğlu anî ziman ku divê maf û azadiyên bingehîn bên mîsogerkirin û aştiya mayînde bi zext û ferzkirinê nabe, divê peymana civakî were xurtkirin.
‘Pêvajo destkeftiyek e û bi kedê hatîye hûnandinê’
Parêzer Faik Erol (Özgür Erol) jî destnîşan kir ku ev pêvajo ne "lutfek" e, lê encama têkoşîna azadiyê ya demokratîk û siyasî ya bi salan e. Erol diyar kir ku divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û geşedanên li Tirkiyeyê û herêmê bi rengekî rast werin nirxandin.
Werger: Omer Dilsoz